Eger Brad Pitt xiyanetê li Angelina Jolie bike mala wî xira bû!

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Angelina Jolie ji mêrê xwe Brad Pitt re gotiye, “eger tu xiyanetê li min bikî divê tu 425 milyon dolar bidî min”.

Stêrkên navdarên sînemaya Hollywoodê Angelina Jolie û Brad Pitt piştî 9 salan hevaltî û 6 zarokan, dawiya Tebaxa îsal bi fermî bi hev re zewicîn.

Li gorî agahiyan, Jolie mêrê xwe Pitt neçar kiriye ku rêkeftina hevjîniyê pê re îmze bike û li gorî wê rêkeftinê, eger Pitt xiyanetê li Jolie bike divê 425 milyon dolar bide wê.