Li Rihayê kesê vaksîn bibe dikare bê beramber kebaba cergê bixwe

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê bi zimanê Kurdî, Erebî Tirkî û zaravayê zazakî banga wergirtina vaksînê li welatiyan tê kirin.  Herwiha li restoranteke wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê kesê vaksîn bibe dikare bê beramber cerg bixwe.

Xwediyê yek ji restorantên  parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji ber rêjeya kêm aa wergirtina vaksînê û belavbûna virûsa Coronayê ya li wê parêzgehê, li restoranta xwe kampaniyek daye destpêkirin.

Bi zimanê Kurdî, Erebî Tirkî û zaravayê Zazakî banga wergirtina vaksînê li welatiyan dike.  Bekir Yuksekyayla ji ber rêjeya kêm ya wergirtina vaksînê li restoranta xwe kampaniyek daye destpêkirin û di çarçoveya kampaniyê de her kesê vaksînê werbigire, dê bikare li vê restorantê bê beramber cerg bixwe.

Xwediyê restorantê Bekir Yuksekyayla dibêje: “Weku gel pandemiyê bandorek zêde li me kir, vaksîn derket lê rêjeya wergirtina vaksînê gelek kêm e, bi taybetî min dît ku Riha di warê wergirtina vaksînê de di rêza dawî de ye, vê yekê kezeba min şewitand, min ev yek qebûl nekir û min got ez dest bi kampaniyekê bikim, berî niha me digot were rihayê cergê min bixwe, niha jî em dibêjin vaksîn bibe cergê min bixwe. Bi aweyekî em gel vedixwînin ku vaksîn bibin. Bila gelê me bi dilek rehet vaksîna xwe werbigirin.”

Welatiyên ku serdana restorantê dikin destpêkê li ber deriyê restorantê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve tên vaksînkirin û pişt re bêyî ku pereyekî  bidin  dest bi xwarina cergê dikin. Welatiyên ku beşdarî kampaniyê bûne ji vê yekê gelek keyfxweş in. 

Welatî Abdulkadir Yildiz jî dibêje: “Kampaniyeke wan a gelek xweş hebû, min ew dît, ez demildest hatim û min vaksîn wergirt. Ez bê beramber cerg jî dixwim, dewê min jî li vir e, îsota Rihayê, pîvaz, keskahî û cergê nû, hertişt heye.Ez bang li herkesê dikim ku vaksîn bibin.”

 Parêzgeha Rihayê yek ji wan parêzgehan e ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelkê wê herî kêm  vaksîn wergirtiye.

Li gor amarên dawî yên wezareta Tendirustî ya Tirkiyê li seranserî wê parêzgehê doza yekem û duyem jî di nav de tenê  826 hezar û 604 dozên vaksînê li ser xelkê wê hatiye dabeşkirin, di demekê de ku hejmara akinciyên Rihayê ji xeynî penaberên Surî, zêdeyî 2 milyon û 200 hezar kesan e.