Bihar hat, dem dema kereng, tûzik, tolik û pincar e

12-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi hatina demsala baharê re nebat û gihayê li çol û çiyan û nava zeviyan şîn dibin derketin pîyasê. Pincar û nebatên ku ji aliyê gundiyan ve tên komkirin cihê xwe li ser dezgehê esnafan girt. Pincarê ku rastî eleqeyek mezin tê, reng û giyan da bajaran. Welatiyên ku pincar ji ser dezgehan dikirin hem ji bo xwarinê û hem jî wekî derman bikar tînin.


Welatiyên heremê wek kevneşopîyekê bi hatina biharê re berên xwe didin cihên ku pincar li wê tên çandin, nebatên wek kereng, tûzîk, pirpar, sîrik, tolik û her wekedin tên çinandin li ser sofreya welatiyan cihê xwe digire.

Serokê Beşa Biyolojiyê Serçuk Ertekîn li ser nebatên ku di herêmê de şîn tên ji hêla welatiyan ve tê bikaranîn, diyar kir ku nebatên wek kereng, tûzîk, pirpar, sîrîk, tolik û her wekedin tenê di heremê de şîn tên bi salan e ji aliyê welatiyan ve tê xwarin û ji bo tenduristiya mirovan ji gellek giring e.


Ertekîn bal kişand ser çêkirina bendavên hîdrolîk ên bi navê HES û got ku gihayên ku di xwezayê de şîn dibin li ber avê pir şîn dibin û bi çekirina bevdavan dê tine bibin û wiha axivî: ”Gihayên ku di xwezayê de şin tên ne tênê ji bo mirovan yan ji xweşikbûna cihanê ye her çiqas ji bo tenduristiya mirovan re wek derman be jî ji bo jiyandina xwezayê zivrînek e jî, lewma tunekirina gihayan tinakirina xwezayê ye jî."


Ertekîn, anî ziman ku çinandina nebatên bi tenduristî di nav civakan de bûye wek çand û bi hatina biherê re piranî jin berê xwe dedin çol û beyaran û gihayên di xwezayê de şînntên, diçinin û debara xwe pê dikin û wiha dawî li axatina xwe anî: "Bi avakirina bajaran re xweza tev bûyê beton û cihê ku nebat lê şîn dibin nemaye ji ber wê yekê ji nifşên nû wek berê nîne.





 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst