Modela navdar: Edî bê sedem ezê xwe tazî nekim

11-12-2017
RÛDAW
Nîşan Adriana Lima Jin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Modela navdar a cîhanî Adrina Lima ragihand wê hişmendiya xwe guhertiye û êdî ew bi sedem xwe tazî nake.

 

Modela berê ya Victoria Secretê Adrina Lima (36) li ser hesaba xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê di jiyana xwe de hinek tiştan ji serî heta binî biguhere û got, “Edî bê sedem ezê xwe tazî nekim.”


Adriana Lima bertekên xwe li hemberî guvaşên li dijî bedena jinê dan û got: "Min heta niha li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gelek wêneyên xwe yên tazî belav dikir. Piştre ez pê hesayima ku bandorê li ser hinek jinan dike. Gelek caran hinek ji min dipirsî ez çawa xuya dibim, bi vî awayî dê min ji bo kar bigrin?’ Qet ne adil e ku hinek pîvanên bedenê li ser jinan werin ferzkirin.  Ev hem ji aliyên fizîkî hem ji aliyê aqlî ve nerast e. Min biryar da ez vê hişmendiyê biguherînim. Ji niha şûnde ezê xwe bê sedem tazî nekim.”


Piştî vê helwesta Lima,  gelek kesan li ser medyaya civakî piştgirî da wê. Modela ciwan piştre peyameke dîn da û got: “Werin em bi hev re cîhanî biguherînin.”


(A.B)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst