Çiyayê Nemrûd û derdora Gola Nemrûdê hatin paqijkirin

11-10-2021
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Nemrûd Gola Nemrûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ve li Bakurê Kurdistanê, endamên Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê, Çiyayê Nemrûd û derdora Gola Nemrûdê ya Krater paqij kirin.

Gola Krater a Nemrûdê mezintirîn gola krater a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye ku ligel bedewiyên xwezayî, golên ava sar û ava germ, şikefta cemidî, pixêrîkên dûkelan û bi dehan corên balindeyan li xwe vedihewîne.

Ji bajarên cuda 70 çiyager û hezkiriyên xwezayê ji ber balê bikşînin ser dewlemendî û xweşikiya herêmê çûn ser lûtkeya Çiyayê Nemrûdê ku bilindahiya wê 2 hezar û 800 metre ye û zibilê li ser çiya kom kirin.

Zibilê hat komkirin bi otombîlên zibil ên Şaredariya Tetwanê, ji herêmê bo cihekî din hatin veguhestin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê Maşallah Ozel got, “Em îro li vêderê li behişta ser erdê li Gola Nemrûdê ya Krater ku mîrateke cîhanî ye bi armanca çalakiya paqijkirinê em hatin ba hev. Me wek Aktîvîstên Gola Wanê bi xwebexş û saziyên sîvîl re karê paqijkirinê da destpêkirin. Hûn zibil dibînin, armanca me ew e em ji nifşên nû re cihekî paqij bihêlin. Wek tê zanîn ji bo li UNESCOyê bê tomarkirin di sala 2022an de serlêdan tê kirin û înşallah 2023ê jî li UNESCOyê tê tomarkirin.”

Gola Krater a Nemrûdê ku di asta cîhanî de piştî Gola Krater a Issik li Kirgizistanê di rêza duyem de ye, navê xwe, ji Hikumdarê Babîlê ku berî zayînê di sala 2100î de jiya ye wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst