Bi giraniya xwe zêr

Çîroka wê mînakeke zindî ye ku eger daxwaz hebe, rêyek her wê vebe. Çaviya Elî ya 34 salî yek ji wan jinan e ku hertim rêyek ji xwe re dîtiye, astengî çiqasî mezin jî bin. Çaviya ku di sala 1980yî de li Kobana Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, xwedî gellek çîrok, serpêhatî û di jiyana xwe de serkeftinan e.

Jina ciwan ya ku niha li Swêdê dijî, hêj beriya ku bîra jiyanê bibe, jiyanê barekî giran li ser pişta wê kir. 9 mehî ew rastî felca zarokan hat, êdî wê nikarîbû lingên xwe bilivîne, heta niha jî wiha ye. Lê dema zarok bû, wê nizanîbû ku barê wê di pêşerojê de wê girantir bibe. Bavê Çaviya ev yek gellekî baş dizanîbû û ji ber vê yekê nexwest mirazê Xwedê qebûl bike û berê xwe ligel wê zaroka biçûk da Spanyayê, da ku wê li vî welatê ewropî tedawî bike.

Bav bi hêvî bû ku ew rojekê keça xwe ya biçûk bibîne ku çawa ew jî weke zarokên din dimeşe. Wî çend salên xwe û keçika xwe li Spanyayê derbas kirin, lê hêviya wan nehate cih û ew bi stûyê xwar vegeriyan Sûriyê. Lê Çaviya xwe bi dest qedera kesên seqet berneda û tevî hemû astengiyan wê lîseya xwe qedand û herwiha li zanîngeha Helebê beşa hiqûqê jî xelas kir.

Çaviya ku ji ber şerê li Sûriyê ew jî 2012ê neçarî koçberiyê hate kirin, xwe gihande Swêdê û niha li wî welatî dijî. Lê ne bê hêvî ye, ew li vî welatê Skandînavyayê xwendina xwe berdewam dike û dixweze têza xwe ya doktorayê amade bike. Çaviya ku seroka Navenda Çandî ya Mirovên bi Pêwistê Alîkarî li Sûriyê ye, ev 14 sal in ku di warê mafên mirovên de jî kar dike, hem dema li Sûriyê bû û hem jî niha li Swêdê. Xebata wê Ii ser asta Sûriyê û cihanê erebî bû. Ew sebeba vî karê xwe vedigerînê bûyereke tehl di jiyana xwe de, di dema xwendina li zanîngeha Helebê: “Baş e ez rastî vê êşê jî hatim ku hîşt nefsa min xurt bibe û bû wek qehrek ji min re ku xwe pêş bixim û ji ber astengiyan stûyê xwe netewînim.”


Ew dibêje wê di dema xwendina xwe de gellek caran ji berpirsekî di zanîngeha Helebê de xwestiye ku asansora xerabe ya zanîngehê çêbike, ji ber ku dema ew dihate dersên xwe, wê zehmetî dikişandin û hertim li benda alîkariya hevalan dima, da ku wê rakin û bibin cihê dersan. Lê wî berpirsî bersiveke wiha da wê ku ew ne li bendê bû. Wî got wê eger tu bibî parêzer jî tu ye çi bikî ji wê diplomê, em dimeşin me çikir, tu yê çi bikî? Dema wisa got, ew û xwendekarên li wir bi Çaviya dikeniyan, lê ew kenê wan bû sebeb ku Çaviya bi mehan ji bin tesîra vê gotinê ranebe. Lê wê biryar jî da ku şerê wî berpirsî neke û xwe neêşîne, bi gotina wê, “ji bo nezanekî xwedan dîplom.” Lê wê biryar da ku alîkariya kesên wek xwe bike.

Çaviya xwest qabanan biguherîne û nêrînên xelkê hember seqetan rast bike, ku ew jî însan in, xwedan hest in û dikarin ji kesên saxlem bêhtir kar bikin û bigihijin astên bilind. Çaviya yekem saziya mafên mirovên seqet li Sûriyê damezrand. Wê nedixwest tenê di çarçoveya Sûriyê de kar bike, lê ew bû endama Hevgirtina Cihanî ya Seqetan û Rêxistina Navnetewî ya Seqetan û wek nûnera Sûriyê di Lîjneya Seqetan ya Komkara Erebî de ew beşdarî bêhtirî 42 konferansên derbarê seqetan de bû.

Çaviya ku ji bilî kurdî û erebî, bi înglîzî, spanî û swêdî jî dizane û gellek gotar û lêkolînên wê di rojnameyên navnetewî de hatine weşandin, ne tenê di warê mafên mirovan de zîrekiya xwe îspat kiriye. Bo mînak ew beriya çend salan beşdarî bernameyeke li ser televizyonekî erebî bû û bi zîrekiya xwe karîbû têra xwe zêr qezenc bike. Di bernameya “weznek zeheb”, ango “bi giraniya te zêr” ya li bajarê Abû Zabî 3 kîlo zêr xezenc kirin: “Ya xweş ew bû ku min pêşkeşvanê vê bernameyê fêr kir ku bi kurdî bêje Çaviya. Di wê bernameyê de xelk ecêb mabû ku keçeke kurd û seqet çawa dikare bersivên pirsên hewqas zehmet bide.”

Xewna Çaviya ewe ku her kesekî seqet bikaribe ji mala xwe derkeve û lê vegere, bêyî ku pêwistiya wan bi kesekî hebe. Ev tenê xewnek e, lê çîroka Çaviya mînakeke ku gellek tişt mimkun in, eger mirov xwedî biryar be. Gotina dawî ya Çaviya ye: “Mixabin vî şerê Sûriyê em vegerandin noqteya sifrê, lê ev ne dema giryanê ye li ser kesên mirî, divê em karibin rê li ber seqetî û nexweşiyên derûnî bigirin, ji bo ku seqet gellek nebin.”