Heyfa Wehbî bê makyaj bibîne

 

Hewlêr (Rûdaw) – Stêrka navdara Lubnanî Heyfa Wehbî di dema belavkirina wêne û dîmenên xwe de herdem giringiyê bi rûyê xwe dide, lê vê carê wêneyekê xwe bi bê makyaj li ser torên civakî belav kir

 

Heyfa Wehbî ew wêneya nû ya xwe li ser tora civakî ya facebookê belav kir û di navbera çend saetan de ji aliyê zêdetirî 80 hezar kesî ve hate ecibandin. Di wêneyê de wisa xuya dibe ku ew hunermenda Lubnanî bi makyajeke gelekî kêm derkevtiye, lê hezkirî û alîgirên wê dibêjin, Heyfa vê carê ti makyaj bi kar neaniye.

 

Heyfa Wehbî stranbêjeka navdara ereb e ku bi eslê xwe xelkê Lubnanê ye. Wehbî niha 43 salî ye û keçek û neviyek heye.  Digel ku temenê wê zêde ye jî, lê ew hunermanda navdar a Lubnanî gelek genc xuya dike û wisa tê xuyakirin ku di temenê 25 saliya xwe d ebe.




Heyfa Wehbî bê makyaj