Li Îdirê 200 curên çivîkan hatin tomarkirin

11-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li derdora Çiyayê Agirî, li mêrg û çemên parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê 200 cûrên çivîkan hatin tomarkirin.

Mêrga û zozanên Îdirê di nava sale de mazûvaniya gelek ajelan dikin. Ji ber hewaya xwe ya honîk a havînê vî demê sale gelek çivîk berê xwe didin vê navçeyê.

Komeleya Bakurê Rojhilat, Zanîngeha Îdirê, Rêveberiya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê û kesên xwebexş li herêmê hema bibêje her roj çavdêriyê dikin. Ew cureyên çûkan tomar dikin ku heta niha 200 cure tesbît kirine.

Li gor agahiyan çûkên ku di navê de cureyên ji aliyê Yekîtiya Parastina Xweza û Çavkaniyên Xwezayî ya Cîhanê (IUCN) ve li lîsteya sor hatine zêdekirin jî hene.

Gelek çûkên ku çûnê wê deverê ji welatên wek Ermenîstan, Naxçîvan û Îranê çûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst