WAN - Havînê pora wan zer bûbû niha vegeriya rengê xwe yê normal
Hewlêr (Rûdaw) - Pora zarokên ku di mehên havînê de ketibûn Gola Wanê zer bûbû lê zivistanê vegeriya rengê xwe yê normal.
Li gundê Aderê yê navçeya Tuşbayê ya Wana Bakurê Kurdistanê, por û birihên zarokên ku havînê di golê de avjenî kiribû zer bûbû û zivistanê dîsa vedigeriya rengê xwe yê berê.
Pispor dibêjin ku rengê pora zarokan, bi tesîra ava bisoda û tirêjên rojê vedibe.
Gola Wanê ku gola herî mezin a bisoda ya cîhanê ye û di heman demê de gola herî mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye, mehên havînê peravên wê bi qasî peravên Ege û Deryayas Spî zindî ne.
Ew gola Bakurê Kurdistanê, ji asta deryayê hezar û 700 metreyî bilind e, rûbera wê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşe ye û kûrahiya wê jî 451 metre ye.
Gola ku bi bedewiyên xwe yên siruştî û kendavên xwe yên biçûk balê dikişîne, zarokên li nêzîkî peravên wê dijîn havînê ji bo xwe hênik bikin dikevinê.
Pora zarokan dîsa vegeriya rengê xwe
Pora zarokên ku havînê ketibûn golê piştî demekê ji ber tesîra sodayê zer bûbû.
Zarokên ku rengê porê wan hêdî hêdî reş dibe diyar kir ku ew ji vê rewşê kêfxweş in.
Niştecihê Gundê Aderê Îdrîs Çîkla ji DHAyê re diyar kir ku hemû zarokên ku mehên havînê her roj di golê de avjeniyê dikin vê rengguherînê dijîn.
Prof. Dr. Hatîce Uce Ozkola ku li Beşa Dematolojiyê ya Zanîngeha Yuzunucu Yilê mamoste ye jî da zanîn ku ava bisoda ya Gola Wanê mehên havînê bandorê li rengê por û çermê mirovan dike.
“Ava bisoda û tirêjên tavê tesîrê dikin”
Hatice Uce Ozkolê diyar kir ku ji ber tesîra tavê û ava bisoda por zer dibe û wiha domand:
“Bi taybetî jî tesîr zêdetir li wan kesên ku laşê wan bi rûn ên dikevin golê dibe.
Ava bisoda ya golê qata mirî ya çerm ji holê radike. Ji ber vê yekê zarokên ku gelek dikevin avê pora wan zer dibe.
Ava bisoda û tirêjin tavê bandora xwe zelalkirina rengan heye.
Ne zarokên esmer lê zarokên ku pora wan hinekî qehweyî zêdetir zer dibe û yên pora wan gevez jî hîn bêtir sor dibe.”
Zivistanê por dîsa vedigere rengê xwe yê normal
Bi gotina Hatice Uce Ozkolê mehên zivistanê bandora wê namîne û por dîsa vedigere rengê xwe yê normal.