Hejmara xezalên li ser çiyayên Riha û Şirnexê zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Xelazên ku ku nifşa wan li ber metirsiya nemanê ye, li Rihayê li Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan tên parastin.

Ji xezalên ku tên parastin dê 60 seriyan li ser çil û çiyayên Riha û Şirnexê werin berdan ku li cih û warên siruştî jî li hev zêde bibin.

Xezal berê ji birê nediqetiyan lê piştî ku hejmara wan kêm bû Birêvebiriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çand û Daristanan xezal xistin bin parastinê.

Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan hatiya avakirin

Ji bo ku xezalên herêmê werin parastin û hejmara wan were zêdekirin, sala 2005an Stasyona Lihevzêdekirina Xezalan hat avakirin.

Xezalên ku li stasyonê dizên, li Qada Lihevzêdekirina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê ya li Rihayê tên berdan.

Birêvebirê Herêma Rihayê yê Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Hakan Mumcuoglu got ku xezal ji bo wan pir bi qîmet in û ji bo ku li hev zêde bibin, ew hewldaneke zêde didin.

Her sal hejmara xezala zêde dibe

Hakan Mumcuoglu diyar kir, wan li stasyona lihevzêdekirinê bi 86 xezalan dest bi xebatê kir, îsal hejmar derket 460î û wiha pê de çû:

"Di salên 2020 û 2021ê de wekî du biran 90 xezalên Rihayê li Çiyayê Cûdiyê yê Şirnexê hatin berdan.

Li gorî tesbîta me li hev zêde bûne û hejmara wan derketiye 132yan.

Em îsal jî plan dikin ku li Çiyayê Cûdiyê 30 xezalî, li Qada Lihevzêdekirina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê jî 30 xezalî berdin."

Armanc 500 xezal in

Mumcuoglu diyar kir ku li Qada Lihevzêdekirina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê jî hejmara xezalan derketiye 432yan, armanca wan ew e ku ev hejmar derkeve 500î.

Mumcuoglu destnîşan kir ku her sal 50-60 xezal dizên lê sala 2023yan 130, sala 2024an jî 175 xezalan zaye.