Angelina Jolie eşkere kir; Çima dest ji Brad Pitt berda?

Hewlêr (Rûdaw) – Stêrka Hollywoodê Angelina Jolie cara yekemîn derbarê ji hevcudabûna xwe û Brad Pitt de axivî û got: “Tiştên bi serê me de hatine bûne sebep.”

 

Angelina Jolie û Brad Pitt, ku li Hollywoodê weke “hevjînên mînak” dihatine naskirin, piştî 12 salan a jiyana hevjîniyê par ji hev cuda bibûn.

 

Derbarê vê yekê de Jolie di hevpeyvînekî de ji kovara Awards Chatter a amerîkî re got: “Tişên me jiyan kirin û tiştên bi serê me de hatin bûne sedem û me pevratiya xwe bidawî kir.  

 

Jolieya 42 salî got: “Di nava 10 salan de dayika min ji penceşêrê mir. Min jî penceşêr girt û herdu memikên min jê bûn û paşî zawzêyên min jî ji heman nexweşiyê çûn. Bi rastî behskirina van derdeseriyan bi xwe jî hema nexweş e. Ji ber van min û Brad me dest ji hev berda.”

 

Angelina Jolie bibîr xist, ku yekemîn car di sala 2005ê de bi fîlma “Mr. & Mrs. Smith” ew û Brad Pitt hatine ba hev û diyar kir: “Ew fîlm bû sedem ku em hev nas bikin û biryar bidin bi hevre bijîn. Me dikarî em bi fîlma By the Sea jî biryara dirêjkirina hevjîniya xwe bidin lê çênebû.”

 

Jolie û Pitt piştî ku 9 salan bi hevre jiyabûn di sala 2014ê de bi awayeke fermî zewicî bûn lê di 18ê Îlona 2017ê de Jolie daxwaza cudabûnê kiribû.