Kompanyayekê maskeyeke ku deng belav nake berhem anî

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya Fransî ya ku nû hatiye avakirin Skyted maskeyên ku deng belav nakin berhem tîne.

Bi rêya maskeya ku deng belav nake, kesên derdorê nikarin pêwendiyên te yên telefonî bibihîzin.

Dema ku kesek bi telefona xwe diaxive û naxwaze kes gotinên wî bibihîze li cihekî qerebalix dibe ku kêmkirina deng pirsgirêkê ji bo axaftinê çêbike.

Kompanyayeke nû hatiye avakirin Skyted ew pirsgirêk çareser kir.

Di konferansa elektronîk a CESê de, kompanyaya Skytedê maskeyek berhem aniye.

Bi rêya wê teknolojiyê deng qut dibe û nahêle kesên derdorê dengê wî kesî bibihîzin.

Karmendê kompanyaya Skytedê Gauthier Daridon got:

“Ev Maskeya Bêdeng e ku bi rêya bikaranîna wê dikarî li her cihî û her demî axaftinên xwe yên nihênî bikî.

Bîne ber çavê xwe, tu di nav firokeyê de yî û li çep û rastê te hinek kes rûniştine. Tu maskeyê didî ber devê xwe û kes axaftina te nabihîze.”

Herçiqas kompanyaya Skytedê kompanyayeke nû ya Fransî ye lê kompanyayên firokevaniyê yên wekî Airbus û Ajansa Firokevaniyê ya Ewropayê piştgiriya wê dikin.

Kompanyaya navborî dibêje, daxwazeke zêde ya bazirgan, dewlemend û sektora firokevaniyê û sektora serbaziyê li ser Maskeya Bêdeng heye.

Karmendê kompanyaya Skytedê Gauthier Daridon herwiha anî ziman:

“Şêwaza karkirina wê bi vî awayî ye. Hejmarek cîhazên elektronîk hatine danîn ku dengê te li aliyê hundir ê maskeyê hemû werdigire û ti dengekî din naçe derveyî maskeyê.”

Pêşangeha elektronîkî pêşangeha herî mezin a teknolojiyayê ya cîhanê ye ku li Las Vegasa Amerîkayê heta 12ê vê mehê berdewam dibe.