Stenbol - Hamalî, an jî bi navnê din barkêşî, yek ji kevnepîşeyek e ku ji zemanên Bizansiyan heta niha berdewam dike
Ev pîşe di demên Împeratoriyê Osmanî de, bi taybetî li navçeya Emînonuyê bûye karekî giştî û teşe girtiye.
Li Stenbola wekî navenda bazirganî hatiye nasîn, hamalî jî li vî bajarî wekî pîşe bi pêş ketiye.
Sedsalan 16 û 17an ev pîşe bûye karekî sereke.
Ji ber wê bi sazî bûye û bi navê "loncayên hamalan" di nav karên birêxistinkirî de hatiye hejmartin.
Zaro Axa yê ji Bedlîsê ku wekî mirovê herî bi temen ê li cîhanê tê naskirin, di serdema xwe de li Stenbolê wekî “Serokê hemalan” berpirsiyarî kiriye û wî bi xwe jî ev kar kiriye.
Her çend îro jiyana bazirganî nûjen bibe jî li taxa Eminonuyê ya Stenbolê li kuçe û xanên teng karê hemaliyê berdewam dike.
Emrê hemalan di navbera 45-65an salan de diguhere.
Piraniya wan bi taybetî ji Kurdên ku ji Semsûr, Riha, Meletî, Bedlîs û bajarên din ên Kurdan koçî Stenbolê kirine pêk tê.
Wêne: Murat Bulut / Zafer Avnas - Rûdaw