Şinyar Şoriş: Mixabin, jinên Kurdistanê teknîka makyajê nizanin

09-09-2018
Hîwa Selah
Nîşan Şinya Şoriş Makyaj Amlanya Kurdistan Ciwankarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şinyar Şoriş makyajor û artîst e. Temenê wê 25 sal in û ev 21 sal in bajarê Silêmanî bicîh hiştiye û niha li amlnaya dijî. Ew dibêje wî li ser Youtube yekemîn vîdeoya bi zimanê Kurdî ya derbarê fêrkariya makyajê belav kiriye û bi vê rêyê jî navdar bûye.

 

Şinyar ji bo çend rojan vegeriyabû Kurdistanê û derbarê hunera makyajê de çend wane jî pêşkeş kirin. Şinyar Şoriş di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa karên xwe kir.

 

Te bi şêweyeke akademîkî hunera makyajê xwendiye yan her ji ber xwe ve fêrbûyî?

 

Zêdetirî 7 sal in ez di warê ciwankarî de kar dikim û zanebûneke min a baş di vê derbarê de heye. Herwiha xwediyê brandeke taybet ê xwe me û serbilind im ku wek keçekê Kurd di vî warî de kar dikim. Pir kêfxweş im ku 7 bawernameyên min ên ciwankariyê hene û 4 bawernameyên min ên arîşgayî an ku kûaforiyê hene.

 

Armanca vegera te ya Kurdistanê çi bû?

 

Hatina min a Kurdistanê ji ber xoşevîstê min û li ber xatirê heskirî û alîgirên min bû, ku min berê soz dabû wan, ku ji nêzîk ve hev bibînin û zanyarî û ezmûnên xwe yên li ser ciwankariyê pêşkeşî wan jî bikim. Kêfxweş bûm ku min li Silêmanî û Hewlêrê di vî warî de masterklas jî pêşkeş kir. Alîgir û heskiriyên min bi taybetî li ser ciwankariya xaniman sûdeke zêde wergirtin.

 



Di vê serdana te de herî zêde çi bala te kişa?

 

Ez ji ber wan xwendekarên zîrek mat mam, pir ji dil ji bo pêkanîna xewn û hezên xwe yên derbarê ciwankariyê de kar dikirin. Bêguman piraniya wan karîn destrengiya xwe ya di vî karî de nîşan bidin. Ligel wê jî pir kêfxweş bûm ku min karî zanyariyên xwe li gel wan parve bikim.

 

Jinên Kurdistanê çawa li hunera makyajê dinerin?

 

Jinên Kurd gelek giringiyê didin makyajê lê mixabin bi profesyonelî vî karî nizanin. An jî bi awayeke teknîkî nizain berhemên makyajê bikar bînin. Zanyariyên wan ên li ser curên makyajê kêm e.

 

Niha li Başûrê  Kurdistanê gelek kûafor û navendên ciwankariyê hene, bi nêrîna te ev diyaredeyeke baş e?

 

Belê baş e lê eger bi profesyonelî kar bikin. Mixabin piraniya kûaforên li Kurdistanê tenê curekî makyajê ji bo hemû dest û çavan bikar dihînin û ev yek jî li gorî standardên cîhanê ne rast e. Çimku divê li gorî forma rû û serûçavan, curê çermê jinan makyaj were guncandin.


 



Ev demek e li Başûrê Kurdistanê hinek jinan berê xwe dane karê modelî û nimayîşa cil ûbergan, tu vê yekê çawa dibînî?

 

Bi baweriya min hemû kes nikare bibe model û nimayîşkara cilûbergan. Ji ber ku li hemû cîhanê pêivanên taybet ên modeliyê hene û divê ji aliyê kêş, bejnû bal û temen ve ji bo modeliyê guncaw be. Li gel vê yekê jî gelek model hene, wek foto model, modelê cilûbergan û çendîn curên din ku divê ji hev werin cudakirin. Her kesek li gel wênegirekê wêne bigre nabe model.

 

Bi nêrîna te ji bo karê makyaj û ciwankariyê pêwîst dike li Kurdistanê peymangeh û kolej werin vekirin?

 

Bêguman pir pêwîste peymangeh hebin, ji ber ku hunera makyajê hunereke pir bi guhertin û nûjenxwaz e û li cîhanê bi dehan curên makyajê hene, her yek giringiya xwe heye. Weke mînak "Fashion magazine make-up, Bridal make-up, Daily make-up  û sînema make-up ku di cîhanê de  bi şêweyekî akademîkî tê xwendin. Lewma pêwîste li Kurdistanê jî ev huner were xwendin.

 

Te bi rêya youtubeyê waneyên fêrkirina ciwankariyê gotine. Gelo xelk ji vê yekê sûdê werdigre?

 

Belê, gelek kesan ji vê rêyê sûd wergirtine. Xelek jin dibêjin em bi rêya vîdeoyên Şinyarê fêrê makyajê bûne. Bêguman serbilind im ku ez yekemîn keça Kurd im ku bi zimanê Kurdî min waneyên fêrkirina makyajê li ser youtubê gotine.




Ev demeke e jinên li Kurdistanê berê xwe dane neştergeriyên ciwankariyê. Gelo pêwîstiya hemû jinan bi neştergeriyê heye?

 

Bi nêrîna min ne, pêwîstiya hemû jinan bi neştergeriya ciwankariyê nîne. Neştergeriya ciwankariyê ji bo wan kesan e ku ji rû û rûçikên xwe nerazî ne yan jî kêşeyek li ser rûyê wan heye û dikare bi neştergerî were sererastkirin. Bi baweriya min Xwedayê Mezin em hemû bi ciwanî afirandine, hemû kes xwedan ciwaniyeke cuda ye. Mixabin niha neştergeriya ciwankariyê li Kurdistanê bûye diyarde, pir belav bûye û bûye moda. Baweriya xelkê bi ciwaniya sirûştî nemaye û hewl didin bi rêya neştergeriyê ciwaniyê bidest bixin.

 

Ji aliyê makyajê ve cudahiya di navbera jinên alman û Kurd de çi ye?

 

Bêguman cudahî hene, ji ber ku jinên alman kêmtir makyaj dikin. Zêdetir hez dikin bi sirûştî bin. Ew zêdetir giringiyê didin xizmetkirina çerm û laşê xwe. Lê jinên Kurd zêdetir giringî didin makyajê, cilûbergan. Dema jinên Kurd tên wê temenê ku êdî çermê wan qurmiçî nû berê xwe didin xwe û giringî didin çermê xwe. Lê wê demê jî ti kremek fayde nake û nikarin qurmiçokên xwe veşêrin. Ji ber vê jî tenê çareya wan pizîşkên ciwankariyê ye û bi neştergerî çareseriya demkî ji xwe re dikin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst