Bûka Ukraynî li Mêrdînê bû misilman

Hewlêr (Rûdaw) - Jina Ukraynî piştî ku biryar da ligel welatiyekê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bizewice  her li wê parêzgehê bû misilman û navê xwe yê nû jî kir Amîne.

Welatiyê bi nave Mahsun Koçak ê 46 salî  ku xelkê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye berî demekê li Ukraynayê jina bi nave Alîna Kolos nas dike û biryarê didin ku bi hevre bizewicin.

Piştî demekê herdû hevjîn tên parêzgeha Mêrdînê û dizewicin. Jina Ukraynî  Alîna Kolos li wir biryarê dide ku ola xwe biguhere û bibe musilman.

Muftîyê Mêrdînê Alî Hayrî Çelîk derbarê ola Îslamê de zanyarî dan jina navborî û  piştî anîna kelîmeya şahadetê bi merasîmekê li muftîtiya Mêrdînê  bû misilman.   

Alîna Kolos piştî ku bû misilman nave xwe yê berê jî guherî û navê Amîne li xwe kir.

Wê jina Ukraynî ragihand  hevaleke wê bandor li wê kiriye heta ku bûye misilman û gotiye ku take daxwaza wê jî ew  ligel hevjînê xwe ji niha şûnde jiyaneke aram û bextewar bijî.

Muftiyê Mêrdînê jî piştî merasîmê  Quran û çend pirtûkên din ên olî weke diyarî dan Alîna Kolos.