Pozo û Kêzê şerê rojevê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Di malpera Rûdaw Kurdî de çalakiyeke nû dest pê dike. Di vê çalakiyê de Pozo û Kêzê bi şiroveyên xwe yên rengîn û pêkenok bûyerên rojê yên girîng, dinirxînin.

 

Di hejmara xwe ya yekem de Pozo û Kêzê ew miftiyê Siûdî ku gotibû “wexta hûn pirr birçî bin, hûn dikarin jinên xwe bixwin” rexne dikin.

 

Ew karîkaror ji aliyê Şahîn Berzencî ve hatiye amadekirin ku Memê Wêranî jî karê nivîsa wê karîkatorê dike.