Kurdên Bakur rojê 4 saetên xwe li ser medyaya civakî derbas dikin

10-02-2019
RÛDAW
Nîşan Medya Civakî Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 10 kesî 8 kes xwedî hesabê medyaya civakî ne û ew rojê hema hema 4 saetan bi medyaya civakî re mijûl dibin û wextê xwe bi wê re derbas dikin.

 

Şirketa lêkolînê GFK û Cereyan Medyayê bi hev re li 15 bajaran bi 2 hezar û 473 kesên ku temenê wan ji 15an mezintir in re derbarê medyaya civakî de lêkolînek kirin. 


Li gor vê lêkolînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 10 kesî 8 kes xwedî hesabê medyaya civakî ne. Kesên hesabê wan hene rojê hema hema 4 saetên xwe li ser medyaya civakî xerc dikin. Kesên temenê wan di navbera 15-24an da ne rojê 5 saetên medyaya civakî bi kar tînin.


Kesên beşdarî lêkolînê bûn jê ji sedî 91 xwedî hesabê Facebookê ne, ji sedî 72 xwedî hesabê Instagramê ne, ji sedî 44 jî xwedî hesabê YouTube ne.


Kesên hesabê wan ên medyaya civakî hene jê ji sedî 88 ji bo wêneyan parve bikin, ji sedî 79 ji bo ku peyam û parvekirinên kesên dinê binêrin, ji sedî 69 ji bo vîdeoyan belav bikin, ji sedî 66 ji bo bibin xwedî agahî, ji sedî 45 ji bo vîdeo, rêzefîlm û fîlman temaşe bikin hesabên xwe bi kar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst