Emel gihişt ber Parlamentoya Brîtanyayê

08-12-2021
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Brîtanyayê Emel Francesca Humi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emel di demekê de gihişt ber Parlamentoya Brîtanyayê ku hikûmet û parlamento gotûbêja projeyasayekê dikin, ku rêkaran li ser koçber û penaberan tund bikin.

Ev bûkeleya mezin, ku bi nasnavê Emel naskirî ye, derbirrîna keçeke biçûk a sergerdan a Sûrî dike, hatiye ji desthilatdaran re dibêje, deriyê hêviyê bi ser koçberan de negirin, ku ji welatê şer direvin.

Francesca Humi, Çalakvan, diyar dike, “Em dibînin ku ev projebiryar dibe rêxweşker ji bo tawankariyeke mezin, bi taybetî li ber koçberan. Em ji bandora ku ew projebiryar li ser rizgarbûyên qaçaxçiyetî û kolayetiya vê serdemê dihêle, nîgeran in. Ev yek piştgiriya mezin, ku dibe bigihêje wan, ji ser wan dibirre.”

Ev bûkele, piştî biserîkirina geşteke 8 hezar kîlometrî, li ser sînorê Sûriye ligel Tirkiyê û gelek welatên Ewropî derbas kirin, heta meha Cotmehê ku gihişte Brîtanyayê.

Rêxistinên çalakvanên mafên mirovan û Papayê Vatîkanê jî, ji nêzîk ve silav li Emel kiriye.

Ev bûkel beşek ji projeya (The Walk) e, ku festîvaleke hunerî ye û armanc jê, belavkirina hişyariyê ye, li beramber wan kêşeyên koçberên genc, ku rastî wan dibin.

Tracey Seaward, Produsera projeya “The Walk”, dibêje, “Îro em hatine vê derê û hikûmet gotûbêjê dike. Yekem roja gotûbêjkirina sînoran e, û projebiryara sînoran jî, ji aliyê Encûmena Nûneran ve, di demekê de ye, ku bi rastî girîng e, nîşan bi peyama projeya me bê dan, ku dibêje, (Divê em penaberan jibîr nekin ku rastî sitemê tên û jiyaneke xweştir dixwazin. Emel li vê derê ye, ji bo ku derbirrîna vê yekê bike û bibîra parlementoyê bîne, ku divê jiyana wan kesan di bîra wê de be, ew kesên ku mirine, herwiha xelkên ku di vê demê de koç dikin û li penagehekê digerin. Em li vê derê ne ji bo em piştgiriya vê yekê bikin.”

Îsal 30 hezar koçber, tenê bi rêya Kenala Ingilîzî derbasî Brîtanyayê bûn, ev hejmar sê qatan li hejmara sala 2020an e.

Gotûbêjkirina projebiryara tundkirina sînoran, piştî wê yekê tê, ku berî du heftiyan di bûyerke trajedîk de, bi kêmanî 30 koçber, di dema derbasbûna di Kenala Ingilîzî de, xeniqîn, ku karvedan û nîgeraniyeke navdewletî li pey hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst