Maker li cewrikên sêwî xwedî derket

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Maker Cewrik Şîrdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya Qersa Bakurê Kurdistanê, maker li 2 cewrikên ku maka wan miriye xwedî derket û ew şîr dan.

Dêlika Soner Yaşarê ku li gundê Kizilçubukê heywanan bi xwedî dike 2 cewrik anîn.

Piştî demekê dêlika Soner Yaşar mir, maker li cewrikan xwedî derket û ew şîr dan.

Soner Yaşar bi kamêraya telefona xwe dîmenên dema ku maker şîr dide cewrikan qeyd kirin.

Yaşar diyar kir, ew cara yekê ye ku tiştekî wiha dibîne û got:

“Heywanên me li çêreyê diçêrin. Piştî ku dayika cewrikên me mir, êdî kera me li wan xwedî derket. Me dît ker şîr dide cewrikan, min jî bi kamêraya telefonê qeyd kir, dîmeneke xweş bû."

Di dîmenan de xuya dike ku cewrik tên û şîrê makerê dimijin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst