Çîpên elektronîk hişê çêkirî bi pêş xistiye: ‘Afirînerî sînoran nas nake!’

08-09-2024
RÛDAW
Komputereke li pêşangehê/Wêne: Ji ber dîmenan
Komputereke li pêşangehê/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Çîpên Elektronîk Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bikaranîna hişê çêkirî jiyana mirovan û amûrên ku rojane tên bikaranîn diguhere.

Li Pêşangeha Teknolojiyê ya Navneteweyî ya Berlînê, kompanyaya Robrockê gêzikeke elektrîkî ya cuda nîşan dide.

Gêzikê robot bi rêya teknolojiya hişê çêkirî û bikaranîna kamerayên pêşketî dema hûn ne li malê ne, wêneyê odeyan digire û dû re dest bi paqijiyê dike.

Rêveberê Peywendiyên Derve yê Robrockê Michelle Newbor got:

“Dibe ku di siberojê de robot bikaribin bi pêlekanan ve hilkişin.

Ew dê ji niha û pê ve karibin ji we re bibêjin ku cihê tişt û keresteyên malê li ku derê ne.

Afirînerî sînoran nas nake.”

Bipêşketina hişê çêkirî bêyî pêşketinên di teknolojiya çîpên elektronîk de ne pêkan e.

9 hezar kîlometre dûrî Berlînê, li Taipeiya paytexta çîpên elektronîkî ya cîhanê Taywanê, pêşangeheke çîpên elektronîk hatiye vekirin û tê de çîpên herî bilez û pêşketî tên nîşandan.

Çîpên elektronîk wekî mejiyê amûrên elektrîkî û elektronîk tên naskirin.

“Em bi mîkroskopê dibînin”

Rêveberê Firotinê yê kompanyaya Lasertecê Hiroshi Seki anî ziman:

“Ev çîpekî elektronîk e ku em bi mîkroskopê dibînin.

Ew tiştên dirêj ên ku hûn dibînin gelekî biçûk in û di rûberekî biçûk de bi hezaran girêkên wiha bi hev ve girêdayî hene û dibin sîstema elektrîkî.”

Hişê çêkirî bi awayekî dijwar bi çîpên elektronîkî ve girêdayî ye.

Pêdiviya hişê çêkirî bi şîrovekirina amaran, fêrbûn, pêşbînîkirina siberojê heye.

Ew jî bi rêya curên cuda yên çîpên elektronîk çêdibe.

Asta bazara çîpên elektronîk 2024an bi rêjeya ji sedî 17 mezin bûye û gihiştiye 624 milyar dolarên Amerîkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst