Astengkirina Instagramê zerer daye firotina pirtûkên Kurdî

6 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Astengkirina Instagramê zerer daye firotina pirtûkên Kurdî / Wêne: Rûdaw
Astengkirina Instagramê zerer daye firotina pirtûkên Kurdî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Instagram Pirtûka Kurdî Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Karvedanên girtina Instagramê berdewam dikin.

Li gel nerazîbûnên giştî, nebûna Instagramê zererek mezin gihandîye bazirganiya online jî.

Li gorî Komeleya Bazirganên Elektronîk rojane nêzîkî 2 milyar lîreyî Tirkî bazirganiya online ango bazirganîya li ser înternetê dihate kirin rawestiyaye.

Bawer Berşev xwediyê Pirtûka Kurdî,  bi salan e ji hemû weşanxaneyên Kurdî û Tirkî pirtûkan bi rêya onlîne difroşe û digihîne 81 bajaran û her walatekî cîhanê.

Lê niha ji ber  ku nêzîkî hefteyek e Instagram girtiye zerera wî zêde ye lewra ne ew dikare xwe bigihîne xwîneran ne jî xwîner dikarin xwe bigihînin wî û pirtûkan siparîş bikin.

“Ji sedî 30 firotina me kêm bûye”

Xwedîyê Pirtûka Kurdiyê Bawer Berşev got:

“Em Instagramê bi kar tînin. Em ji wir reklam didin, ji wir em xwîneran vedikêşin ser malpera xwe.

Yanî girtina Instagramê bi rastî gelekî gelek bandor li ser me kir.

Niha hema bêj e şeş roj in Instagram girtiye kêm zêde ji sedî 30 firotina me kêm bûye.”

Girtina Instagramê ku derb li ticareta online xistiye di amaran de jî xwe dide nişan.

Li gorî agahiyên Komeleya Kargehên Bazirganiya Online (EPÎD) rojane bi qebareya 1,9 milyar lireyê Tirkî bazirganiya bi rêya wê torê dihat kirin hatiye rawestandin.

Ev jî barê aborîya Tirkiyeyê ku di qeyranêde ye, zêde dike û bûye sedema mexdûrbûna wan kargehan.

Serokê Jûra Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya got:

“Dema gavên wiha tên avêtin divê ji nêrîn û helwesteke qedexexwaz zêdetir fêde ya welat li ber çevan were girtin ku rê û rêbazên bazirganiyê jî ji wan gavan tesîrdar nebin.”

Tirkiye di rêza pencêmîn de ye

Di warê bikarhêneran de Tirkiye li asta cîhanê piştî Hindîstan, Amerîka, Brezîlya û Endonezya bi hejmara 58 milyon aboneyên Instagramê di rêza pêncemîn de ye.

Wate ji sedî 68ê welatiyan Instagramê bi kar tînin ku yek ji sedema zêde ya bertekan jî ev rêjeya zêde ya bikarhêneriyê û kêrhatina wê torê ya ji civakê re ye.

Welatî Mahîr Can jî got:

“Ev gişt yên kevn in. Amedspor transferan dike lê em nikarin bibînin.

Binêre pênc roj berê, hefteyek berê,ç ar roj berê.. Girtina Instagramê ji yên ku ticareta xwe li ser Instagramê dikin û dahata wan ji Instagramê ye re ne baş bû.”

Kuafor Servan Denîz jî got:

“Ez kuafor im, kare min kuaforiya jinan e. Em li ser Instagramê bi randevu dişixulin.

Karê me me gişt li ser Instagramê ye. Ji ber Instagram tune ye em heta êvarê rûdinin.”

Piştî giritina Instegramê heta niha  çend caran Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyeyê û nûnerên Instagramê ji bo çareserkirina pirsgirêkê civîyan lê di vê astê de ti lihevkirinek  ji wan civînan derneketiye û  ji ber wê jî ne diyar e ka Instagram dê were vekirin an na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst