Têjikên pişîka Wanê li benda xwediyên xwe yên nû ne

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pişîka Wanê Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pişîka Wanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê îsal ji 80 têjikên pişîkan 60 têjik dê li mala xwediyên xwe yên nû werin xwedîkirin.

Pişîka Wanê bi pirça xwe ya spî û rengên çavên xwe yên cuda li bajêr di nava nirxên herî girîng de cih digire.

Ji bo parastin û lihevzêdekirina cisnê vê pişîkê xebat dewam dikin.

Li navendê her sal pişîk li hev tên zêdekirin û di çarçoveya projeya "Ji Bo Her Malê Pişîkeke Wanê" de xebatên lêgerîn û dîtina xwediyên nû îsal jî dest pê kir.

Li navendê pişîkan îsal 80 têjik derxistin û tê plankirin ku ji bo 60 têjikan xwedî werin dîtin.

Rêvebirê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya got ku pişîkan heta niha 80 têjik derxistine û wiha dewam kir:

"Têjik niha du meh û nîvî ne. Ji 80 têjikan em dê ji bo 60î xwediyan bibînin."

Prof. Dr. Abdullah Kaya destnîşan kir ku wan par ji 100 têjikan re xwedî dîtin, hedefa wan a îsal ji vê hejmarê zêdetir e.

Savaş Taşkinê ku ji Almanyayê çûye jî wiha got:

"Em li Tirkiyeyê digerin û hatin Wanê jî. Me Wan pir meraq dikir. Em hatin mala pişîkan a Wanê, pişîkên pir bedew hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst