Jîngeparêz Gola Gerûnekê didin nasandin

Hewlêr (Rûdaw) – Komeke jîngeparêzan ji bo nasandina Gola Gerûnek a li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê ger û çalakiyan li dar dixe ku yên ji dervayî bajêr tên bikaribin vê siruşta xweş bibînin.

Gola Gerûnek a di navbera Çewligê û Xarpêtê li sînorê gundê Şaban e herêmeke girîng a geştyariya xwezayê ye û komeke jîngeparêzan e berê xwe dane wê golê.

Jîngeparêz her sal ji bo nasandina Gola Gerûnek bo serdana herêmê geştan organize dikin.

Serokê Kuluba Çiyavaniyê ya Rûyê Bakur Ramazan Kuçukhazar dibêje: “Taybetiya vê golê ew e, ku goleke krater e û wek dil e. Zivistanê bi berfên ku dihele tijî dibe. Em di encama 7 kîlometre meş de gihiştin vê derê.”

Jîngeparêz û geştyarên piştî meşeke zehmet gihiştin golê dibêjin evwherêm hêjayî dîtinê ye. Geştyara ji Amedê beşdar bûbû Şerife Bektaş bang li hemû kesan dike ku serdana herêmê bikin.

Geştyar Şerife Bektaş jî got: “Me li vêderê hevşêweyê hewaya Norwecê dît. Me goleke nuwaze dît. Ez bang li hemû jîngeparêz û werzîşvanên xwezayê dikim bila destpêkê serdana Çewligê bikin.”

Di nav geşta jîngeparêzan de zarok jî hebûn.

Zarokê jîngeparêz ê bi navê Kerem Emre Kuçukhazar jî got: “Ez bi bavê xwe re hatim, pêştir beşdarî gelek çalakiyan bûm, lê evder nuwaze bû.”

Gola Gerûnek ji asta deryayê 2 hezar 371 metre bilind e û dîmenê wê wek dile mirovan e. Gola ku 12 mehan asta ava wê naguhere ji Çewligê 18 kîlometre û ji Xarpêtê re 137 kîlometreyan dûr e.