Berî 12 hezar û 500 salî qira wan hatibû: Zanayan gurek zindî kir

08-04-2025
RÛDAW
Gurên hov / Wêne: Reuters
Gurên hov / Wêne: Reuters
Nîşan Gurê Hov Amerîka Zindîkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyayeke Amerîkî da zanîn ku zanayên wan gurekî ku 12 hezar û 500 sal berê qira wî hatibû vegerandiye jiyanê.

Ev ajel ji cureyê ku jê re gurê hov tê gotin e.

Kompanyaya Colossalê ya zanistên zindiyan ku navenda wê li bajarê Dallasê yê eyaleta Texasa Amerîkayê ye ragihand ku zanayên wê DNAya kevn a gurê hov bi kar aniye da ku bi rêya teknolojiya guhertina genan, DNAya gurên asayî biguherînin û bikin wekî gurên hov.

Zanayan teknolojiyeke bipêşketî bi kar aniye ji bo guhertina genên gurekî asayî da ku wî bikin cureyê gurê hov.

Di nava 14 genên gurê hov de, 20 cudahî li gel genên gurên asayî hebûne.

Zanayan bi guhertina genên gurên asayî û rakirina cudahiyan, gurê asayî wekî gurê hov lê anî ku mezinahiya wî zêdetir, serê wî pantir û mûyê wî spîtir be.

Paşê zanayan DNAya guherî xistine nav hêkekê û dûv re ew guheriye embriyoyekê, paşê wan embriyo xistiye zikê kûçikekî û di encamê de kûçik bûye xwediyê sê têjikên gurên hov ku navê wan Romulus, Remus û Khalessi ye.

Niha her sê têjikên gurên hov li cihekî parastî yê li Amerîkayê ne û li wir çavdêriya tenduristiya wan tê kirin.

Li gorî kompanyayê, ev cara yekem e li cîhanê ku ajelekî ku qira wî hatiye bi serkeftî vegerînin jiyanê.

Hinek zana ne amade ne ku van ajelan wekî gurên hov ên resen bi nav bikin ku gumanên wan hene û dipirsin, gelo ev bi rastî jî wekî gurên hov ên qira wan hatî ne yan tenê di hin aliyan de dişibin wan?

Ji bo zanîna bersiva vê pirsê, divê asta cudahiyên di navbera genên gurên hov û gurên asayî de were zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst