Di 10 mehan de nêzikî 500 hezar kesî serdana Girê Miraza kir

07-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girê Miraza ku weke cihê "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê de ye, di 10 mehên salê de bi qasî 460 hezar kesî serdan kir.

Girê Miraza yê li Rihaya Bakurê Kurdistanê her diçe li dinyayê ji berê zêdetir tê zanîn, di Tîrmeha 2018an de bi destê Komîteya Mîrata Dinyayê hildan Lîsteya Çanda Dinyayê.

Girê Miraza ku ji roja hatiye keşfkirin heta niha bala geştyaran dikişîne, hersal bi hezaran geştiyarên xwemalî û biyanî serdan dikin. Di sala 2020î de  ji ber pandemiyê Girê Miraza bo heyama 3 mehan hat girtin û lewma jî ev hejmar di 197 hezar û 912 kesan de ma.

 

Rêvebirê Çand û Geştyariyê yê Parêzgehê Rihayê Aydin Aslan diyar kir, di 10 mehên salê de bi qasî 460 hezar kesî Girê Miraza ziyaret kir.

Aslan got, hêj 2 meh maye sal biqede û eleqeya germ a ji bo Girê Miraza berdewam e û wiha pê de çû: “Hejmara ziyaretvanên 10 mehên sala 2021ê, ji ya 12 mehên sala 2019an ya ku wekî 'Sala Girê Miraza’ hatibû ragihandin, zêdetir e. Lewma jî em pir hêvîdar in. Ev reqam wê yekê nîşanî me dide ku hejmara ziyaretvanan di salên pêş me da dê derkeve 1-1,5 milyonî.”

Aslan bal kişand ku li bajêr salê 12 meh liv û tevgera geştyaran heye û lewma jî bangî weberhêneran kir ku bên bajêr û weberhênanê bikin.

 

Alîkara Serokê Komeleya Pêşxistina Geştyarî ya Rihayê û Endama Lijneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Acentayên Seyahetê yên Tirkiyeyê Rahime Yaşar jî diyar kir, bi ragihandina 2019an a wekî "Girê Miraza " ve qîmeta herêmê ya di warê geştiyariyê de pir zêde bû û ev yek hêj î didome.

Rahime Yaşar destnîşan kir ku Riha dikare bibe lokomîtîfa geşştyariyê û got, "Ji niha ve hejmara ziyaretvanan nêzîkî 500 hezarî bû. Girê Miraza taca serê me ye. Hem li welêt û hem li dervayî welêt pir navdar bû.”

Rêvebirê Otêla Nevaliyê Ahmet Kaan Kaya jî diyar kir, kesên serdana herêmê dikin pir kêfa wan bi Girê Miraza re tê û got, “Ji bo 2022 û 2023yan ji niha de ji dervayî welat dixwazin bên. Êdî otêlên nû dê bên çêkirin, derfeta îstixdamên nû dê çêbe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst