Li Îdirê amadekarî ji bo xwedîkirina ajelên xişok tê kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê amadekarî ji bo xwedîkirina ajelên xişok tên kirin.
Parêzgeha Îdirê, ji teyr û tilûran bigire heta bi xişokan cih û warê gelek zîndewerên cuda ye.
Pispor dibêjin li Îdirê û bi taybetî jî li derdora Çiyayê Agiriyê çendîn corên ajelên xişok hene ku li deverên din kêm tên dîtin.
"Li Îdirê 5 corên candarên bejavî hene"
Mamostayê Zanîngehê Bahadir Akman got:
“Li Îdirê 5 corên candarên bejavî hene, 2 cor kîsoyên ku kêm tên dîtin hene, 10 cor xişok û 14 cor mar hene.
Li welatê me xişok û bejavyên herî taybet ku nifşên wan kêm mane li Îdirê tên dîtin. Corekî wan heye, 'beqê dêmî' ye ku li her cihî tune lê li Îdirê hêjmara wan gelekî zêde ye.”
Bahadir Akman herwiha da zanîn ku li deverê gelek “bûkemarên Kafkasyayê” jî tên dîtin.
Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê baxçeyê ajelên mezin hene.
Li Îdirê hewl didin ku cihekî taybet ji ajelên xişok û dêmavîyan re çêkin.