Twitter bi tohmeta “diziya fikran” dê dozê li dijî Metayê veke

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî kêmtirî 24 demjimêran ku kompanyaya Metayê sepana Threadsê ragihand, Twitterê gef li Metayê xwar ku ji ber diziya fikran û çavkaniyên mirovî dê dozê lê veke.

Threads tora civakî ya ji bo parvekirina nivîs, wêne û vîdeoyan ku dişibe Twitterê û di demek kurt de 65 milyon bikarhêner derbas kir.

Demek kurt piştî ragihandina sepanê, parêzerekî Twitterê Alex Spiro, nameyek ji CEOyê Metayê Mark Zuckerberg re şand û kompanyaya wî bi neqanûnî bidestxistina sirên bazirganî yên Twitterê û milkên din ên rewşenbîrî tawanbar kir.

Parêzerê Twitterê Alex Spiro di nameya xwe de gotiye, “Twitter dixwaze ku bi tundî mafên samanên xwe yên fikrî cibicî bike û Meta tavilê dev ji bikaranîna sirên bazirganî yên Twitterê an zanyariyên din ên pir nihênî berde.”

Parêzer her wiha aniye ziman, “Hemû maf di nav de lê ne tenê daxwaza qerebûkirina şexsî û yasayî bêyî agahdarkirina rawestandinê, eşkerekirin an bikaranîna samana fikrî ya Twitterê ji aliyê Metayê ve, ji bo Twitterê parastî ne.”

Spiro Metta tohmetbar dike ku “bi dehan” xebatkarên berê yên Twitterê yên ku “berê û niha jî destên wan digihêje nihêniyên bazirganiyên Twitterê” û zanyariyên nihênî yên din damezrandiye û li cem xwe dide xebitandin.