Pisîkên Wanê têjikên ewil ên 2025an anîn dinyayê

07-04-2025
RÛDAW
Nîşan Pisîkên Wanê Zayîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisîkên Wanê ku li Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pisîkên Wanê tên parastin, têjikên ewil ên 2025an anîn dinyayê.

Li navenda ku di binê banê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wabê de ye, pişîk tên parastin ku koka wan neqele û li hev zêde bibin.

Pisîkên ku her sal dizên, îsal jî zan û 11 pisîkan 37 têjik anîn dinyayê.

Birêvebirê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya ji rojnamegeran re got ku zayîna pisîkên avis dest pê kir.

Kaya diyar kir ku ew îsal plan dikin ku nêzîkî 100 têjikan belav bikin ku werin xwedîkirin.

Melek Çîmendereya ku ji Stenbolê çûye ziyaretê jî da zanîn ku wê mala pisîkan eciband û wiha got:

"Pisîk pir bedew in û baş tên xwedîkirin. Çavên wan pir bedew in. Min berî niha pisîka Wanê nedîtibû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst