Hewlêr (Rûdaw) - Dayik û bav her dem dixwazin haya wan ji zarokên wan hebin, bi taybet dema ku zarok biçûk be, ew dixwazin erebeyek hebe ku zarokê wan tê de parastî be, kompanyayeke teknolojiyê erebaneyeke zarokan çêkiriye, ew bi programeke zîrek li ser mobîlê tê barkirin, dayik û bav dikarin bi mobîla xwe wê kontrol bikin.
Dişibe erebaneyeke asayî ya zarokan lê ev bi tevahî cuda ye. Teknolojiya modern a herî dawî di erebaneyê de hatiye bikaranîn. Ew bi xwe dikare xwe biajo û pêdiviya wê bi dafdanê nîne.
Dahênera erebaneyê Anne Hunger li ser fikra erebaneyê got, “Fikra vî karî min ji ezmûna xwe wergirt, dema em bûne dê û bav. Dema ez û Kevin ê hevjînê xwe ku rêveberê GluxKind zaroka me ya yekem çêbû, em matmayî man ku tiştekî me yê wiha nîne bi kar bînin.”
Hejmarek sensor li ser hatine bicîhkirin ku dema ku li ser rê metirsî hebin dayik û bavan agahdar dike. Ligel vê yekê 360 pileyan li derdora xwe dizîvire û tiştan dixwîne û nas dike. Dema pêwîst be bi xwe radiweste. Bi girêdana erebaneyê bo telefonê dikarin cihê zarok destnîşan bikin û ji giriyê zarok jî agahdar bibin.
Dahênera erebaneyê Anne Hunger anî ziman, “Ya yekemîn, ji bo ajotina xwe pêwîstiya wê bi motorekê heye. Sîstemeke me ya du motoran heye ku tê de hatiye avakirin û hejmarek sensorên cûda hene derdorê kontrol dikin. Erebane dikare bi xwe biçe.”
Erebane ji aliyê Kompanya GluxKind a Almanî ve hatiye çêkirin û li pêşangeha amûrên elektronîk a li Las Vegasê tê pêşandan. Pêşangehê 5ê vê mehê dest pê kiriye û heta roja Yekşemê 8ê mehê dê berdewam be.
3200 kompanya karên xwe di pêşangehê de nîşan didin û heta niha zêdetirî 100 hezar kesan serdana pêşangehê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse