Şaredariya Dêrsîmê aşûre belav kir

 

Dêrsîm (Rûdaw) - Piştî Rojiya Dozdeh Îmaman di roja sêzdemîn de Kurdên ser bi baweriya Raya Heq (Rêya Xwedê) şêrînahiya bi navê “aşûre” çêdikin û li der û cîranan belav dikin. Şaredariya Dêrsîmê jî di vê çarçoveyê de li ser Sûka Binerdê aşûre belav kir. Derdora 6 hezar kes beşdarî vê çalakiya olî bûn.

 

Îro danê nîvroyê digel beşdariya Hevşaredên Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, Alîkarên wan Huseyîn Tûnç û Îbrahîm Kasûn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û derdora 6 hezar kes di vê çalakiya olî de amade bûn.

Li ser navê şaredariyê Hevşaredar Nûrhayat Altûn têkildarê girîngiya rojê axivî. Altûnê, destnîşan kir ku îro roja bi dawîhatina Rojiya Dozdeh Îmaman e. Altûn, di vî warî de wiha pê de çû:

"Daxwaza me ew e ku loqme û niyaze me bibe loqme û niyaza hêvî û yekîtiyê. Xwedê qebûl bike. Hevalên hêja, di baweriya me de cihê Dozdeh Îmaman û cihê Îmam Elî berz û binirx e. Baweriya me ev e ku gelekî tenê dikare bi ziman, çande û baweriya xwe dikare hebûn û bûneweriya xwe berdewam bike. Baweriya me ya ku li gorî dewletê 'tune bû' hatibû qedexekirin. Digel ku hinekan hewl dan baweriya me tune bikin, lê me di her şertûmercî de li hemberî her core zilm û zordariya li ber xwe dan. Em îro jî bi vê berdewamkirin û berxwedanê baweriya xwe cîbicî dikin."

 

Piştî axaftina Hevşaredara Dêrsîmê pîrê Cemxaneya Dêrsîmê Pîr Kadîr Bûl gulvang xwend. Di baweriya Rêya Heq ango Elewîtiya Kurdî de gulvang, dikeve dewsa dia û gotinên dînî.

 

Rojiya Dozdeh Îmaman a  donzdeh roj berdewam dike, ji ber salvegera koça dawîn a Îmam Husên bi şîn û şîwan derbas dibe. Kurdên Elewî di hundirê van dozdeh rojan goşt naxwin, ti ajelek serjê nakin, kêr û çeqûyan bi ti awayî nayînin ser sifreyê, sewzewatên ku wekî pîvaz û sîr nayên xwarin ji ber ku di Kurdî de evana jî wekî serî tên binavkirin, dar nayên jêkirin. Bi giştî bawermendên Raya Heq di van dozdeh rojan de hewl didin zererê nedin ti zindî û giyanewerek.