Li Wanê 4 bira 30 sal in bi masîgiriyê debara xwe dikin

06-10-2021
RÛDAW
Di tarîtiya berbangê de çar bira ji bo debara xwe bikin rojane nêzîkî 6 hezar metre torên masiyan berdidin golê
Di tarîtiya berbangê de çar bira ji bo debara xwe bikin rojane nêzîkî 6 hezar metre torên masiyan berdidin golê
Nîşan Wan Masîgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Li navçeya Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Nazim, Hakim, Selim û Davut Çapar ev 30 sal in bi hevre li Gola Wanê bi masîgiriyê debara xwe dikin. Gelek caran ew ji ber guherîna keşûhewayê rêya xwe wenda dikin û demeke dirêj di nava golê de dimînin.

Di tarîtiya berbangê de çar bira ji bo debara xwe bikin ber bi Gola Wanê bi rê dikevin.

Li navçeya Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Nazim, Hakim, Selim û Davut Çapar ev 30 sal in bi hevre li Gola Wanê bi belema xwe masîgiriyê dikin. Ew rojane nêzîkî 6 hezar metre torên masiyan berdidin golê.

Masîgir Nazim Çapar dibêje: “Ev 30 sal in em masîgiriyê dikin. Em ji birayê xwe yê mezin fêr bûn. Ew êdî westiyaye li malê dimîne, em 4 birayê din vî karî berdewam dikin. Her roj derdora demjimêr sê û çarên sibehê dest bi kar dikin.”

Dema tên belema xwe destpêkê çaya xwe vedixwin. Cilên xwe yên kar li xwe dikin û dest bi derxistina torên masiyan dikin. Piştre masiyên di toran de derdixin û taştêya ku amade kirine bi hevre di nava dilxweşiyê de dixwin.

Masîgir Hakim Çapar jî got: “Ez ji birayê xwe yê herî mezin fêrî masîgiriyê bûm, birayên min jî, ji min fêr bûn. Herwiha ev kar heta îro  berdewam kir.”

Kaptanê Belemê diyar dike ku gelek caran ew ji ber guherîna keşûhewayê aliyê rêya xwe wenda dikin û demeke dirêj di nava golê de dimînin.

Masîgir Selim Çapar anî ziman: “Caran pêlên avê zêde dibin û em rûbirûyî mirinê dibin. Ji neçarî me çar bira bo debara xwe , mil daye hevdû û em kar dikin.”

Masîgir Davut Çapar jî dibêje: “Bi izna Xwedê ezê jî xwarzîyê xwe û zarokên yên ji xwe biçûktir fêrî masîgiriyê bikim.”

 Malbata Çapar ku nêzîka 60 kesî ne, bo debara xwe bikin demeke dirêje masîgiriyê berdewam dikin û masiyên ku kom dikin bi awayekî hevbeş li navenda bajar difroşin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Gola Wanê yekane gol e  ku corê Inci Kefal lê hatiye dîtin û bi masiyên xwe yên  tamxweş tê nasîn û bo hejmareke malbatan dibe çavkaniya debarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst