Helbestvan û hunermendên Rojava ji bo referandumê klîp çêkirin

06-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Hunermend Helbestvan Rojavayê Kurdisstanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komek ji helbestvan û hunermendên Rojavayê Kurdistanê bi vîdyo klîpekê piştevaniya xwe ji Pêşmerge û referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê re nîşan didin.

 

Dîmenên vê vîdyo klîpê li Çiyayê Zawa yê Duhokê hatine kişandin, û ev berhem bi navê Pêşmerge El-Selam bi zimanê Erebî hatiye tomarkirin.

 

Gotinên vê stranê ji honandinên helbestvanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê, Lawikê Hacî ne, ku ew bi xwe xelkê bajarê Serêkaniyê ye, û awaz jî ji aliyê hunermendê Iraqî Nebîl Hesûn ve hatiye amadekirin.

 

Lawikê Hacî derbarê vê vîdyo klîpê de ji Rûdawê re da xuyakirin, ku armanca wan ji vê berhema hunerî piştgirîkirina referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye.

 

Biryar e, referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê di 25ê vê mehê (Îlon) de birêve biçe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst