Nêzîkî 100 salî ye lê hîn jî dihêre!

Agirî (Rûdaw) - Aşê avê yê ku di sala 1915an de li gundê Yûkari Toklûya li navçeya Taşliçayê ya Agiriyê hatibû çêkirin, ev 99 sal in dixebite û  hê jî hasila gel dihêre. 

Welatiyên ku ji navçe û gundên derdorê tên, wisa bawer dikin ku tama arê vî aşî li gor yên din çêtir e û ji ber vê jî hasila xwe di vî aşî dîrokî de dihêrin.

Li aşê avê yê ku di dawiya mehên havînê de tê vekirin genim, gilgil û ceh tên hêrandin û savar tê çêkirin.

Dîwarên kerpîç ên aş wekî roja ku hatine çêkirin disekinin û bi xweşikiya xwe jî bala ziyaretvanan dikşînin ser xwe.

Xwediyê aş Ferzende Barakçînê 79 salî li ser aşê xwe ji AAyê re diyar kir ku 50 sal e vî karî dike lewra ji pîşeyên ku ber bi windabûnê ve diçin yek jî aşvanî ye.

Barakçîn diyar kir ku bi pêşveçûna teknolojiyê aşên bi ceyran û yên modern hatin avakirin û wiha pê de çû:

"Piştî ku aşên elektirîkê derketin bikaranîna aşên avê jî kêm bû. Min 50 sal berê ev aş kirrî. Ji wê rojê heta niha ez didim şixulandin. Di biharê de genim û ceh tên diavêjin û piştî ku qewlê wan tije dibe diçinin û patos dikin. Genim û cehên ku ji min re tînin jî ez dihêrim."