Agirî (Rûdaw) - Aşê avê yê ku di sala 1915an de li gundê Yûkari Toklûya li navçeya Taşliçayê ya Agiriyê hatibû çêkirin, ev 99 sal in dixebite û hê jî hasila gel dihêre.
Welatiyên ku ji navçe û gundên derdorê tên, wisa bawer dikin ku tama arê vî aşî li gor yên din çêtir e û ji ber vê jî hasila xwe di vî aşî dîrokî de dihêrin.
Li aşê avê yê ku di dawiya mehên havînê de tê vekirin genim, gilgil û ceh tên hêrandin û savar tê çêkirin.
Dîwarên kerpîç ên aş wekî roja ku hatine çêkirin disekinin û bi xweşikiya xwe jî bala ziyaretvanan dikşînin ser xwe.
Xwediyê aş Ferzende Barakçînê 79 salî li ser aşê xwe ji AAyê re diyar kir ku 50 sal e vî karî dike lewra ji pîşeyên ku ber bi windabûnê ve diçin yek jî aşvanî ye.
Barakçîn diyar kir ku bi pêşveçûna teknolojiyê aşên bi ceyran û yên modern hatin avakirin û wiha pê de çû:
"Piştî ku aşên elektirîkê derketin bikaranîna aşên avê jî kêm bû. Min 50 sal berê ev aş kirrî. Ji wê rojê heta niha ez didim şixulandin. Di biharê de genim û ceh tên diavêjin û piştî ku qewlê wan tije dibe diçinin û patos dikin. Genim û cehên ku ji min re tînin jî ez dihêrim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse