Li Agiriyê Festîvala Gola Masiyan hat lidarxistin

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Festîvala Gola Masiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê "4emîn Festîvala Gola Masiyan " hat lidarxistin.

Gola Masiyan bi xweşikahiya xwe ya sirûştî her demsal mazûvaniya bi hezaran geştyaran dike.

Li Agiriyê 4emîn Festîvala Gola Masiyan li kêleka golê hat lidarxistin û di roja 2yemîn a festîvalê de çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.

Welatiyên ku beşdarî festîvalî bûn, li ber stranan govend gerand.

Îsal bi hevkariya şaredariya navçeya Avkevirê, Wezareta Çandê û Geştyariyê, Wezareta Ciwanan û Werzîşê û parêzgeriya Agiriyê festîval di 5-6ê Tebaxê de bi rê ve çû.

Piştî ku çalakiyan festîvalê bi dawî bûn Şaredarê Avkevirê spasiya beşdaran kir.

Gola Masiyan a ku di her demsalê de bedewiyeke xwe ya cuda heye, navendeke girîng a geştyariyê ye û rawestgeha çiyagerên ku diçin Çiyayê Agiriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst