Geştyarên Îraqê berê xwe didin Herêma Kurdistanê

Duh li 10:08
RÛDAW
Geştyarên ji Îraqê / Wêne: Ji dîmenan
Geştyarên ji Îraqê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Geştyar Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştyarên ji başûrê Îraqê ji bo derbaskirina demeke xweş tên Herêma Kurdistanê.

Li gundê Bêxalê yê navçeya Rewanduzê ya Hewlêrê du tişt ranawestin, xuş xuşa avê û tevgera geştyaran.

Ji bo dûrketina ji qerebalixiya bajêr, gelek geştyaran ji navend û başûrê Îraqê hatine da ku kêf û xweşiyê ji dengê xwezayê û dîmenên ciwan ên sulavên Herêma Kurdistanê bibînin.

“Enerjiya me ya negatîv nema”

Geştyara Bexdayî Merwa Ziyayê got:

"Ev der cihekî xweş e. Em kêfxweş bûn û me bêhna xwe berda.

Enerjiya me ya negatîv nema û me enerjiya pozîtîf wergirt. Em kêfxweş bûn."

Teleferîka Çiyayê Korekê jî hinek rojan ber mirovan nakeve.

Li gorî par, berfeke kêmtir bariye lê tevgera geştyaran baş e.

Geştyar li vir ji bilindahiya zêdeyî du hezar metreeya ji asta deryayê, li çiya û deşt û geliyên Kurdistanê temaşe dikin.

“Xelkê li vir hemû kêfxweş e”

Geştyara Bexdayî Neda Hemdiyê jî got:

“Ez ji Bexdayê hatime, li gel grûpeke geştyarî.

Ez ji bo şahiyên serê salê hatim Hewlêrê. Îro li Çiyayê Korekê me.

Hewa gelek xweş e. Xelkê li vir hemû kêfxweş in."

Li gorî Desteya Amaran a Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, sala 2023yê heft milyon û 279 hezar geştyaran hatine Herêma Kurdistanê.

Sala 2024ê nêzîkî 8 milyon kesan Herêma Kurdistanê ziyaret kiriye û plana wan heye ku îsal jî ji 8 milyonî derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst