Geştyar berê xwe didin Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Colemêrgê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan ku salane zêdeyî 50 hezar geştyar serdana wê dikin îsal jî bi pîstên xwe yên nû û parkurên xwezayî bala geştyarên navxwe û biyanî dikşîne. Rêveberê Werzîşê yê Bajêr dibêje ew her sal navenda kaşûnê berfirehtir dikin û hejmara geştyarên jî zêdetir dibe.

Emin Yildirim, Rêveberê Werzîşê yê Bajêr, dibêje, “Ji Wan, Şirnex, Îran û Iraqê jî kaşûnhez tên. Kalîteya vê navendê gelekî başe û 6 mehan berf li erdê heye û nêzîka navenda bajêre jî. Hewaya vir jî ne hişke û li gor navendên din bihayê her tiştî erzane.”

Li Navenda Mêrga Botanê 4 pîstên ku kaşûnbazên amator û profesyonel karin bikar bînin hene û geştyarên ji bajêrên derdorê û Îran û Iraqê serdana navendê dikin.

Nader Jamali, Geştiyarê ji Iranê, radigihîne, “Em ji Iranê hatin. Cihekî çiyayî ye, gelekî xweş e. Çiya aramiyê didin mirov. Mirovên Colemêrgê jî birêz û hêja ne. Ez li gelek cihan geriya me lê ev der xweştir e. Xwe şemitandin jî tiştekî xweş e, mirov zû fêr dibe.”

Geştiyarê ku ji bajêrên derdorê jî tên vê navendê dibêjin li gor navendên din ew zêdetir li vir kêfxweş dibin.

Ozan Çeçanê Geştiyarê ji Wanê, dibêje, “Ev der yek ji navendên herî baş a kaşûnê ye. Ez ji Wanê hatim. Li Wanê wek tê xwestin me nikarîbû xwe bişemitînin. Gelekî baş e ku navendeke wiha heye. Piştî hotel bê vekirin dê hê jî baştir bibe.”

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan li zozanên ji deryayê bilindahiya wan 2 hezar û 800 metre û berî niha bi 12 salan hatiye çêkirin. Li navendê sîstema telefrîka çar kesî û qadên kaşê û mala çiyê heye. Tê armanckirin ku îsal dirêjiya qada xwe şemitandinê ji 6 hezar metreyan bo 9 hezar metre bê berfirehkirin û salane nêzîka 10 hezar kes perwerdeya kaşûnê dibînin.

Bi wêneyan Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Colemêrgê...