Navenda kaşûnê Erdîşê piştî 3 salan vebû

06-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kaşûnê ya Abaliyê ya li navçe Erdîşa Wanê li Bakurê Kurdistanê piştî 3 salan ji ber ku têra xwe berf barî vebû.

Li navçeyê ji hefta borî vir ve berf dibare û li Navenda Kaşûnê ya Abaliyê ya li quntarê Çiyayê Artosê berf gihîşt asta ku pêwîstî hebû.

Beşa yekem a navendê hat vekirin û kesên çûn navendê xwe şimitandin.

Rêvebirê Bajêr yê Werziş û Ciwaniyê Nevzat Înanç ragihand ku ji ber ku 3 sal e berf têra xwe nedibarî navend girtîbû.

Nevzat Înanç diyar kir berf hê  pir zêde nîne, lê dîsa jî beşeke wê hatiye vekirin û got: "Di etaba duyem de mixabin hêj berfa ku têrê bike tune. Ji bo ku ev etab jî bê vekirin hewcedarî bi berfê heye. 3 sal e berfa ku em dixwazin nabare."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst