Ciwanekî Kurd beşdarî pêşbirka ‘Mister Fînland 2024’ê bû

Dusseldorf (Rûdaw) - Huner Xidir namzed bû ku bibe Mister Fînland 2024ê, berê jî wekî model beşdarî gelek pêşbirkeyan bûye.

Huner Xidir li ser namzediya xwe bû mêvanê bernamaya Diyasporayê ya Rûdawê TVyê û got, "Ez li Ewropayê wekî model beşdarî gelek pêşbirkan bûme.

Vê carê jî ez berbijêr bûm ku bibim Mister Fînland 2024ê lê ez di vê yekê de bi ser neketim.”

Huner Xidir da zanîn ku wî berê wekî model Mister International bi dest xistiye lê dixwaze Mister Fînland jî bi dest bixe û bibe nûnerê Fînlanda li cîhanê.

Huner Xidir her wiha got:

“Her çiqas min li qonaxa yekem ku pêwîstî bi dengê xelkê heye serkeftin bi dest xist lê di qonaxa dawî de min dengê tevahiya komîteyê bi dest nexist.

Ez hewl didim kil û kêmasiyên yên sala 2024an, sala bê ango 2025an nehêlim û serkeftinê bi dest bixim û bibim Mister Fînlandê 2025."

Huner diyar kir ku wî xwendina xwe bi dawî kiriye û vêgavê li beşa xizmetguzariyê ya enerjiya elektrîkê kar dike lê xewna wî ew e ku bibe Mister Fînland û dixwaze vê bi dest bixe.

Huner ji bajarê Hewlêrê ye û bi salan e li Fînlandayê dijî û zimanên Kurdî, Îngilîzî û Fînlandî dizane.