LÊKOLÎN - Qehwe daxwaza kirînê zêde dike?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna komeleyeke Brîtanyayê qehwe daxwaza danûstandinê zêde bike.

Li gorî lêkolîna Komeleya Derûnnasiyê ya Brîtanyayê, vexwarina qehweyê daxwaza kirînê zêde dike, pispor sedema wê bi kafeînê ve girê didin.

Di lêkolînê de li çend kesên beriya ku herin bazarê 50 milîgram espresso vexwarine hat nihêrîn û hat dîtin ku wan ji sedî 50 zêdetir ji yên ku qehwe venexwarine danûstandin kiriye.

Derûnnasê komeleyê Patrick Hartman li ser mijarê got:

“Miqdara kafeinê ya di qehweyê de daxwaza kirînê zêde dike û kirînê xweştir dike.”

Li gorî Saziya Xwirek û Dermanan a Amerîkayê (FDA), vexwarina 4-5 fincan qehwe normal e û divê zêde neyê vexwarin, ji ber ku encamên gelekî xirab li ser tenduristî û derûnê mirovan durist dike.

Li gorî Komeleya Xwirekê ya Amerîkayê, kafeîn û polîfenol madeyên sereke yên qehweyê ne.