Girê dîrokî yê Amîdayê 3 caran hatiye şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Girê Amîdayê yê li navçeya Sûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, girekî dîrokî ye û li gorî hinek çavkaniyan dîroka wê heta beriya 9 hezar salan diçe û wekî dilê Amedê tê binavkirin.

Kolandinên li Girê Amîdayê ji 2018an ve destpê kirine û heta niha çend parçe şûnwarên dîrokî hatine dîtin.

Di encama pişkinîna nimûneyên ku ji 3 tebeqeyên cuda hatine wergirtin, piştrast bûye ku ew cih 3 caran şewitiye.

Cara yekem 5 hezar salan berî zayînê şewitî ye.

Kolandinên ku li Girê Amîda têne kirin, ji bo geşbûna turîzma navçeyê jî girîng in.

Serokê Tîma Kolandinê Îrfan Yildiz got:

“Nêzîktirîn tebeqeya şewitî di dîrokê de vedigere şeş hezar û 764 sal berî zayînê.

Tebeqeya duyem vedigere 5 hezar û 721 sal berî zayînê û tebeqeya sêyem vedigere 5 hezar û 518 sal berî zayînê.

Tebeqeya dawî jî vedigere 5 hezar sal berî zayînê.”

Amedê bi dêrêjahiya hezaran sal mêvandariya çend şaristaniya kiriye.

Kolandin dîrokê ronî dike

Kolandin ronahiyê dixin ser dîroka şaristaniya navçeyê.

Îrfan Yildiz herwiha got:

“Di belgenameyan de dibînin ku çar koşkên cuda li vê derê hebûn.

Niha em li koşkên serdema Roma û Artukluyê kolandinê dikin, wate ew koşkên di serdema Romayiyan de hatine çêkirin û di serdema Artukluyê de hatine nûjenkirin, li tebeqeyên xwartir koşka Asuriyan û Koşka Huriyan hene.

Di kolandinên din de digihin paşmayên wan koşkan.”

Kolandinên ku li Girê Amîda tên kirin, ji bo geşbûna geştyariya navçeyê jî girîng in.