Binê Gola Wanê hat paqijkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çêker û derhênerê dîtbarî yê belgefîlma binê avê Tahsîn Ceylan û ekîba Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ya Noqavan binê Gola Wanê paqij kir.

Tahsîn Ceylan û ekîba DEGAKê ji bo balê bikşînin ser Roja Hawirdorê ya Cîhanê li navçeya Artemetanê ketin Gola Wanê.

Ekîbê gol paqij kir, bermahiyên wekî lastîkên wesayîtan, teneke, şûşeyên plastîk û camê derxistin qeraxê.

Ceylan diyar kir ku wan di çarçoveya Roja Hawirdorê ya Cîhanê de xebata hişyarîkirinê li dar xistiye û ji bo paqijiya Gola Wanê banga hişyariyê da.

Fermandarê Koma Ewlehiya Qeraxê ya Wanê Serdar Firat Aslan jî diyar kir ku ji bo gol ji qirêjiyê bê paqijkirin ew beşdarî vê xebatê bûne.