Jinek bi çêkirina qefesan zarokên xwe xwedî dike

05-03-2024
RÛDAW
Jinek bi çêkirina qefesan zarokên xwe xwedî dike
Jinek bi çêkirina qefesan zarokên xwe xwedî dike
Nîşan Dartraş Qefes Elmas Yasîn Mûsil
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) - Jineke destrengîn li mala xwe ya kevin a li taxeke Mûsila Kevin ji bo teyran mijûlî çêkirina qefesan e.

Elmas Yasîna 45 salî ya ji Mûsilê, piştî azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê di sala 2018an de, dest bi vî karê çêkirina qefesan kiriye.

Elmas Yasîn dayika du zarokan e, ji bilî karûbarên malê, her rojan wî karî dike, da ku alîkariya hevjînê xwe bike û ji zarokên xwe re jiyaneke aram çêbike.

Dartaş Elmas Yasînê got, "Piştî nemana DAIŞê, li gel bavê zarokan hêdî hêdî fêrî vî karî bûm û em qefesên teyran çêdikin.

Destpêkê me li ser banê xaniyê xwe karê xwe dikir, zêdetir ji 5 salan li ber germa havînê û sermaya zivistanê em xebitîn.

Lê me karê xwe pêşxistiye û em dekorên qefesan çêdikin tevî maseya xwarinê. Spas ji xwedê re em berdewam in."

Elmas Yasîn jineke ku westiyanê nas nake, çend amûrên dartaşî û yên birîna daran li mala xwe danîne.

Ew herwiha cildurînê jî dizane lê ji ber ku dahata karê dartraşiyê baştir e, ew li ser wî karê xwe berdewam dike.

Elmas Yasînê herwiha got, “Ez mecbûr im vî karî bikim, ji ber ku ti dahateke min nîne û ti mûçeyeke min jî nîne.

Lewra min ji bavê zarokan re got, ez jî dê bi te re bixebitim, çimku hêz û şiyana min heye û ez jineke bihêzim.

Ez li benda ti kesî namînim ku xêrê li min bike, lewra ez berdewam im û zarokên xwe xwedî dikim."

Amir Sabir, hevjînê Elmasê pê şanaz e ku dayika zarokên wî di karê rojane û jiyana xwe de alîkariya wî dike.

“4-5 kes dixebitin daku bikaribin malbatekê xwedî bikin”

Hevjînê Elmasê Amir Sabir jî got:

"Bi nerîna min ti pirsgirêkek nîne ku jinek kar bike, çimkî jiyana me zehmet e û pêwîstiya me bi gelek tiştan heye.

Berê, ji malekê zilamekî kar dikir û zêdetirî 20 kesan xwedî dikir lê niha 4-5 kes dixebitin daku bikaribin malbatekê xwedî bikin."

Dema karê wê bi dawî dibe, Elmas bi boyaxa rengîn dîmeneke xweşik ji bo qefesan çêdike û paşê dişîne bazarê.

“Jinek li cem min kar bike dê malek ronî bibe”

Elmas Yasênê da zanîn ku ew hêvî jî dike ku cihê karê xwe frehtir bike û got:

"Hêviya min ew e ku cihê karê xwe mezintir bikim û hejmareke jin bi xwe re bibim ser kar.

Çimkî eger jinek li cem min kar bike, dê malek ronî bibe. Ez kar tenê ji bo xwe naxwazim û dixwazim çend jinên din jî sûdê bibînin.

Ne merc e ku ez çi qasî kar dikim, ew li gorî daxwaza kiryaran e. Di dema 2 rojan de ezê 12 qefesan bi rêkûpekî çêbikim, ev e karê min."

Qefesên destê Elmasê ji dûr ve jî tên naskirin

Dema mirov diçe bazara teyr û balindeyan, qefesên destê Elmasê ji dûr ve tên naskirin.

Ji bo her qefesekê jî 20 hezar dînaran werdigre.

Ew jî dahateke baş a rojane ye ji bo her malbateke 4 kesî daku li Mûislê di nav aramiyê de bijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst