Kompanyaya Roboticsê robotê nû yê ‘Aria’ nîşan da
Hewlêr (Rûdaw) - Robot "Aria", berhema herî nû yê Kompanyaya Amerîkî "Real Robotics" gelekî dişibe mirovan û bersiva gelek pirsan dide.
Aria ji Harmonyê robotekî pêşketîtir e ku berhema berê ya Kompanyaya Real Roboticsê ye.
Damezrênerê Kompanyaya Real Roboticsê Matt McMullen got:
“Robotên me yên berê bernameyên wan ên kompîturê hebûn û tiştekî bi navê hişê çêkirî nebû.
Dema modelên zimanî û hişê çêkirî derketin holê, derfetên mezin û nû peyda bûn.”
Hişê çêkirî Aria bihêz kiriye
Pêşketina hişê çêkirî, Aria li gorî Harmony bihêztir kiriye bi awayekî ku gelek baştir ji yê berê dikare bikeve nav gotûbêjê bi wî kesê ku jê dipirse re.
Aria di bersivdayînê de sûdê ji ChatGPTyê werdigire û bi teknolojiyeke din ve hatiye girêdan ku dikare li gorî tevgera rûyê wî kesê pê re diaxive, çav û rûyê xwe bilivîne.
“Nerîna xelkê ya ji bo robotan hatiye guherîn”
Matt McMullen her wiha got:
"Bi dîtina min, nerîna xelkê ya ji bo robotan hatiye guherîn.
Xelk dizanin ku robot di hemû mezinahî û şêweyan de tên nav jiyana me û erkên cuda bi cih tînin.
Hinek ji wan bi temamî cihê destê karê mirov digirin. Hinek jî wekî robotên me zêdetir ji bo wê yekê ne ku pêwendiyê bi kesan re çêbikin.”
Kompanya Real Roboticsê dixwaze tenêtiya xelkê bi taybetî ya kesên temen mezin bi rêya robotê Aria kêm bike.
Aria dikare bi başî di warê tenduristî û perwerdeyê de bê bikaranîn.