Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, Navenda Kaşûnê ya Hesarekê sezon vekir.
Li Çewlîgê piştî ku têra xwe berf ket, Navenda Kaşûnê ya Hesarekê sezon vekir û roja ewil mazûvaniya nêzîkî 2 hezar û 500 kesî kir.
Navenda Kaşûnê ya Hesarekê 34 kîlomêtreyan dûrî navenda bajêr e û 45 kîlomêtreyan dûrî Balafirgeha Çewlîgê ye.
Piştî ku li navendê têra xwe berf ket, duh sezonê dest pê kir û kesên ku ji kaşûnê hez dikin berê xwe da navendê.
Li gorî agahiyên ku ji Birêvebirê Bajêr a Ciwanî û Werzişê hatine wergirtin, roja ewil a sezonê nêzîkî 2 hezar û 500 kesî Navenda Kaşûnê ya Hesarekê ziyaret kir.
3 pîstên kaşûnê hene
Li navendê 3 pîstên kaşûnê hene û dirêjahiya wan cuda ne û li gorî kesên amator û profesyonel hatine veqetandin.
Ji bilî xelkê Çewlîgê ji bajarên wekî Meletî, Xarpêt, Amed, Bedlîs, Mûş û Rihayê jî xelk diçe navenda kaşûnê.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê amade ne
Li navenda ku bilindahiya wê 2 hezar û 500 metre ye, tîmên lêgerîn û rizgakirinê û Ekîba Rizgarkirinê ya Medîkal a Neteweyî (UMKE) li navendê her tim amade ne ku alîkariya mêvanan bikin.
Geştyar Orhan Bulut diyar kir ku ew ji Meletiyê bi malbata xwe re çûye û got:
“Navendeke xweş e, cihê xwe şemitandinê jî baş e. Li gorî Xarpêtê û derdorê cihekî baştir e.
Min dît berdewam berfa li navendê dê tepisandin û ev gelekî baş e.
ji bo me dawiya hefteyê xweş derbas dibe.”
Rêberê geştyaran Baran Ay jî da zanîn ku piştî sitûriya berfê zêde bûye wan sezon vekir û got:
“Her hefte rojên sêşem, pêncşem, şemî û yekşemê dê geştên me hebin.
Di her geşteke me de nêzîkî 150 geştyarî hene û em wan bi 4 otobusan dibin û tînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse