Armanca Baxçeyê Ajelan ê Dîlokê sala bê 6 milyon geştyar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser asta Ewropayê, yek ji bexçeyê ajelan ê mezin, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Par 5 milyon kesan ziyareta Baxçeyê Ajelan ê Dîloka Kurdistanê kiribû lê îsal ji ber erdhejên 6ê Sibatê hejmara geştyaran daketiye.

Heta niha 3 milyon 750 hezar kesan çûn serdana wî baxçeyî.

Berpirsên bajêr dibêjin hejmara ajel û corên wan zêde dikin û armanca sala 2024an 6 milyon geştyar in.

Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî ya Şaredariya Dîlokê Celal Ozsoyler got:

“Em dê sala 2024an bi projeyên cuda Qada Jiyana Xwezayî mezintir û berdewam bikin. Em dê tuneleke akvaryûmê ya 60 metre dirêj û 20 metre pan ava bikin û dê di nav de masî û hemû corên deryayî hebin.

Em dê ji bo ajelên Afrîqî yên wekî zûrafa, antîlop, zebra û huştirmeyan qadeke li ser 15 doniman ava bikin.”

Ji piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwendekar û welatî bi kom diçin serdana Baxçeyê Ajelan ê Dîlokê.

Mamoste Funda Aslan jî got:

“Min xwendekarê xwe ji bo geştê anîn. Cara duyemîn e ez têm. Lê li vê dibistanê cara yekem e em tên.  Xwendekar jî dema ajelan dibînin gelekî kêfxweş dibin.”

Baxçeyê Ajelan ê Dîlokê sala 2001an li ser milyonek metre çargoşe hatiye avakirin û li ser asta Ewropayê sêyemîn mezintirîn baxçeyê ajelan e.

Di nav de ji 350 curan 4 hezar ajel hene û sala 2024an hejmar digihe 400 cur û 4 hezar û 500 ajelan.