Hewlêr (Rûdaw) - Li ser asta Ewropayê, yek ji bexçeyê ajelan ê mezin, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ye.
Par 5 milyon kesan ziyareta Baxçeyê Ajelan ê Dîloka Kurdistanê kiribû lê îsal ji ber erdhejên 6ê Sibatê hejmara geştyaran daketiye.
Heta niha 3 milyon 750 hezar kesan çûn serdana wî baxçeyî.
Berpirsên bajêr dibêjin hejmara ajel û corên wan zêde dikin û armanca sala 2024an 6 milyon geştyar in.
Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî ya Şaredariya Dîlokê Celal Ozsoyler got:
“Em dê sala 2024an bi projeyên cuda Qada Jiyana Xwezayî mezintir û berdewam bikin. Em dê tuneleke akvaryûmê ya 60 metre dirêj û 20 metre pan ava bikin û dê di nav de masî û hemû corên deryayî hebin.
Em dê ji bo ajelên Afrîqî yên wekî zûrafa, antîlop, zebra û huştirmeyan qadeke li ser 15 doniman ava bikin.”
Ji piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwendekar û welatî bi kom diçin serdana Baxçeyê Ajelan ê Dîlokê.
Mamoste Funda Aslan jî got:
“Min xwendekarê xwe ji bo geştê anîn. Cara duyemîn e ez têm. Lê li vê dibistanê cara yekem e em tên. Xwendekar jî dema ajelan dibînin gelekî kêfxweş dibin.”
Baxçeyê Ajelan ê Dîlokê sala 2001an li ser milyonek metre çargoşe hatiye avakirin û li ser asta Ewropayê sêyemîn mezintirîn baxçeyê ajelan e.
Di nav de ji 350 curan 4 hezar ajel hene û sala 2024an hejmar digihe 400 cur û 4 hezar û 500 ajelan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse