Di 14 saliya xwe de hat zewicandin, lê 40 zarok ji zewacê parastin

Amed (Rûdaw) – Mixtara jin a taxa Mûradiyê li navçeya Rezan a Amedê Dîlek Demîr, piştî ku bûye mixtar 40 zarokên keç ji zewaca bi zorê rizgar kiriye. Ew bi xwe jî di 14 salîya xwe de bi zorê hatiye zewicandin û vê yekê bandoreke zêde li jiyana wê kiriye.

Dîlek Demîr ew take mixtara jin ya Amedê ye û 8 ew sal in li taxa Muradiyê ya navçeya Rêzan mixtarîyê dike. Çîroka wê yek ji çîrokên zewaca bi zorê ye ew di 14 salîya xwe de bi zorê hatîye zewicandin û di 15 saliya xwe de jî bûye dayîk.

Dilek Demîr piştî ku dibe mixtar, “sindoqeke xwezî û gilîyan” bi dîwarê ofîsa xwe ya mixtariyê ve daniye ji bo jin û zarokên keç ên ku metirsiya zewaca bi zorê li ser wan heye, gilî û gazinên xwe binivisînin û bavêjin sindoqê.

Piştî demekê Dîlek Demîr dibine ku rêjeyeke zêde ji keçikên temen biçûk daxwaza alîkarîyê dikin û ew jî malbatên wan zarokan dibîne û razî dike ku wan keçên biçûk nezewicînin. Ev 8 sal in ku Dîlek Demîr mixtar e, lê ji bo bikaribe zêdetir alîkariya keç û jinan bike, dixwaze bibe şaredar an jî parlementer.

Sal çûne dem hatine dewran guherîne ew bûye mixtar lê kul û kederên ku ji zarokatîya wê de mane jibîr nebûne

Mixtara Taxa Muradiyê Ya Rêzan Dîlek Demîr dibêje: “Ez di dibistana navîn pola duyemîn de bûm û pêşmala min ji min hat xistin û kirasê bûkanîyê li min hat kirin. Weke ku Ahmed Kaya di stranek xwe de dibe jî ‘pirtûkên min ji min stendin bê lêpirsîn’. Bi rastî jî pêşmala min ji min daxistin bê lêpirsîn.Kirasê bûkanîyê li min kirin û gunehê kesî bi min nehat. Bavê min bi zorê li min xist, tewa di sere min de şikand û ez da mê. Ez bi zorê dan yeke 27 salî.”

Dîlek Demîr piştî ku dibe mixtar sindoqa xwezîyan bi dere avahîya mixtarîyê ve dadiliqîne û keç, jin, xort û mêrên taxê gilî gazince xwe dinivîsin davêjin sindoqa xweziyan. Demek şûn de dibine ku bi dehan nameyên keçikên zarok ên ku daxwaza zewaca bi zorê li wan tên kirin, li sindoqê kombûne. Dîlek Demîr li ser vê yeke dikeve xebatek kûr bi malbatên keçikên zarokan re dikeve têkiliyê wan ji fikra zewicandina zarokan vedigerîne.

Dîlek Demîr dide zanîn wê zewaca 40 zarokan rawestandiye û dibêje: “Wan dest bi dibistanên xwe kirin, dibistanên xwe xilaskirin ew niha derçûyî ne. Ji wan yên ku zewicîn hene. Hemûyan cîhên xwe dîtin.”

Li gor amarên sazîya daneyan TUIKê di 2020an de 13.014 zarokên keç hatine zewicandin ku ev rêje di  nav giştî amarên zewacên 2020an de ji sedî 2.7e û tirkiyê di warê zewaca bizorê ya zarokan de xwedî îmajek gelek xirab e û li Ewropa di rêza yekemde ye. Ji ber wî jî kar û barên ku Dîlek Demir pêk tînê li taxê jî bûye cîhê kêfxweşîyê.

Welatî Servet Sûn jî dibêje: “Ez di 15-16 salîya xwe de hatim zewicandin. Ez jî wek jinek ku di temênê zarokatîyê de hatîye zewicandin, ez dibêjim bila êdî tiştên bi vî rengî nebin, bi rastî jî di wê temenê de însan bindest dibe.”

Dikanda Berat Karagoz jî got: “Gotinek me Kurdan heye, dibêjin şêr şêr e, çi jin e ji mêr e. Dîlek mixtar jî keseke wisa ye. Em heta dawî bi wî re ne.”

Welatî Emîna Kaya jî dibêje: “Eger mixtar mêr bûya, me dê  nikaribû rehet rehet biçûn cem û pirsgirêkên xwe jê re bigota. Ji berk u jin e, em rehet rehet diçin derdên xwe û pirsgirêkên xwe jê re dibêjin.”

Dîlek Demîr niha hedefa xwe mezintir kirîye û ew di demen pêş de dixwaze bibe şaredarek li navçeyek Amedê yan jî bibe parlementera Amedê da ku bêhtir xizmeta jin û keçikan bike.