Li Semsûrê şivan şikeftek dît: Tê de şembelîlk û bizmûlik hene

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr Şikeft Şembelîlk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aldûşê ya parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê şivanekî şikefteke dît ku tê de şembelîlk (çilûr) û bizmûlik hene.

Dema Recep Kiliç li gundê Kefirdişê yê Aldûşê heywanên xwe diçêrandin rastî şikefteke hat ku di hundirê wê de qadên cuda hene.

Recep Kiliç agahî da rayedaran û ekîbên Birêvebeiriya Muzeya Semsûrê çûn li şikeftê lêkolîn kirin.

Şembelîlk piştî milyonan salan çêbûne

Hat tesbîtkirin ku şembelîlk û bizmûlikên di şikeftê de piştî milyonan salan çêbûne.

Birêvebirê Muzeya Semsûrê Mehmet Alkan ragihand ku herêm pir bi heybet e.

“Ji ber dilopan stûnên 10 metreyî çêbûne”

Mehmet Alkan got ew çûne kûrahiya bi qasî 40 metreyî û wiha axivî:

"Di lêkolîna me de em dibînin ku ji ber dilopên avê yên dirijin şembelîlk û bizmûlik çêbûne.

Tiştekî din jî ew e ku ji ber dilopan stûnên 10 metreyan dirêj û 3 metreyan fireh ên kevirî derketine holê.

Ev şembelîlk û bizmûlik di nav milyonan salan de çêbûne. Ez geştyar û siruşthezan vedixwînim vê derê."

Şivan Recep Kiliç jî got dema wî heywanên xwe diçêrandin ew rastî şikeftê hatiye û wî agahî daye rayedaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst