Ji ber blokekirina Instagramê bi hezaran kes zererê dikin

Stenbol (Rûdaw) - Blokekirina Instagramê li nava Tirkiye him li ser asta cîhanê û him jî li navxwe nerazîbûnên berfireh bi xwe re anîn.

Bi sed hezaran kesên ku bi rêya Insatgramê debarê dikin zerereke mezin dibînin û xelk ji vê biryarê ne razî ye.

Tirkiye yek ji wan welatan e ku Instagram bi rêjeyeke gelekî zêde lê tê bikaranîn.

Li hêla din biryar him ji hêla hiqûqî ve nakokiyan bi xwe re tîne û him jî ne diyar e bê ka ew biryar dê heta kêngê berdewam bike.

Saziya Ragihandin û Zanyariyên Teknolojiyê ango BTKyê ji nişkê ve Instagram li ser asta Tirkiyeyê bloke kir.

Bi milyonan kes êdî nikarin bêyî VPNyê vê platformê bi kar bînin.

Ji bo biryara girtinê tu hincet nehatine diyarkirin lê tê gotin ku ew biryar ji ber ku Metayê hin postên derbarê kuştina Îsmaîl Heniye yê serokê Hamasê asteng kirine hatiye wergirtin.

“Ev qedexe ne tiştekî baş e”

Bikarhênerê Instegramê Welat Akar got:

“Ew qedexeyên ku dibin helbet tiştekî ne xweş e. Ji bo ku haya me ji hev hebe em bi kar tînin.

Helbet rêyên din jî hene lê em rojê 2 seatên xwe bi Instagramê derbas dikin. Ev qedexe tiştekî baş nîne”

“Girtina Instegramê baş nebû”

Welatî Muhîttîn Candan jî got:

“Helbet tiştekî jiyanî û ew qasî girîng nîne lê medyaya civakî ye dawiya dawî û her tişt li wê derê ye.

Girtina wê baş nebû. Lê eger dewletê ew biryar dabe tiştekî ku zane jî heye. Tiştek ji destê me nayê.

Li cîhanê zêdeyî 2 milyar kes vê platformê bi kar tînin.

Li Tirkiye jî rêjeya bikarhênerên Instagramê zêdeyî 57 milyon kesan e.

Tirkiye li cîhanê 5mîn welat e ku Instagram herî zêde tê bikaranîn.

Bi sed hezaran kes jî zeret û ziyaneke zêde ji vê biryarê dibînin.

Ji ber ku ji sedî 10ê bazirganiya dijîtal bi rêya Instagramê tê kirin û qebareya salane jî li vê platformê 1,9 milyar lîre ye.

“Bi tena serê xwe qedexekirin bêmane ye”

Welatî Cevat Demîr jî got:

“Ez bixwe zêde bi kar naynin, ez bêhtir Xê bi kar tînim lê girtina medyaya civakî ji her alî ve tiştekî bê mane ye.

Bi tena serê xwe qedexekirin bêmane ye. Li şûna ku xelk bi dilê xwe bijîn ew qedexe bêmanetiyeke gelekî zêde ye.”

Bikarhênerê Instegramê Şafak Turan jî got:

“Xelk fotoyên xwe li wir arşîv dikin. Bîranînên xwe li wir parve dikin. Cihê ku tu digerî tu parve dikî.

Kesên navdar li wir in. Her tiştê cîhanê li wir e gelekî xirab e ku tê qedexekirin.”

Welatî Yagiz Ozalp jî diyar kir ku girtina Instegramê tiştekî gelekî xirab e û got:

“Li şûna ku Tîktok û Telegramê bigirin radibin Instagramê digirin. Em îtiraz dikin keko.”

Li hêla din Dadgeha Destûra Bilind ragihand ku hin biryarên bi vî rengî yên Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê betal kirine.

Tevî ku ew post piştî seatekê hate rakirin jî malpera dadgehê piştî vê postê hat blokekirin.

Herwiha li ser asta cîhanê jî ew biryar karvedanên zêde bi xwe re tîne.

Medyaya cîhanê Tirkiye wekî, “welatê cîhana sêyem” bi nav dike ji ber ku raderbirîna azadiyê tê binpêkirin.